
Weqfa Çandê ya Ewrûpayê nivîskar Asli Erdogan bi “Xelata Çandê ya Princess Margriet” xelat dike. Weqfa Çandê ya Ewrûpayê ku navenda wê li Amsterdamê ye li gel Asli Erdogan ji Almanyayê nivîskar û zanyar Navid Kermani, ji Belçîkayê muzîkar Luc Mishalle û ji Berlînê hunermend Narina Naprushkina xelat dike.
Weqfa Çandê ya Ewrûpayê ji sala 1954’an ve bi armanca “Ji bo li Ewrûpayê sazkirina pêşerojek hevpar, destpêkirina vegotina çandî û bandorlêkirin û domandina vê” xelatê dide.
Nivîskar Asli Erdogan ku di rojnameya Ozgur Gundemê de dinivîsand û di heman demê de endama Lijneya Şêwrê ya rojnameyê bû hatibû girtin û çend mehan li girtîgehê mabû.
Ji bilî Weqfa Çandê ya Ewrûpa û PEN’a Swêdê, Weqfa Mafên Mirovan a Bruno Kreisky ya li Avusturyayê jî di sala 2016’an de Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisky dabû Asli Erdogan.
STENBOL