
SîneJîn / Ali Güler
70. Festîvala Fîlman a Cannesê piştî 10 rojan bi dayîna xelatan bi dawî bû. Fîlma “The Square-Meydan” hêjayî xelata ‘Palmiya Zêrîn’ hate dîtin û derhênerê fîlmê yê Swedî Ruben Ostlund hate xelatkirin. Sofia Coppola jî wek derhênera baştîrin hat hilbijartin.
Xelatên 70. Festîvala Fîlman a Cannesê, êvara yekşemê bi galayeke mezin hatin belavkirin. Di beşên “Pêşbirk”, “Derveyî pêşbirkê”, “Çarçoveya nêrînekê”, “Kurt”, “Klasîkên Cannesê”, “Cînefondatîon” de di nava deh rojan de bi dehan fîlm hatin nîşandan. Festîvala îsal di navbera 17-28’ê Gulanê de pêk hat. Fîlmên Mîchael Haneke, Sofîa Coppola, Françoîs Ozan û Fatîh Akin jî di nav de bi giştî 19 fîlman da ber hev, ji bo wergirtina xelata “Palmiya Zêrîn” . Îsal ji bo 70 saliya Cannesê gelek çalakiyen teybet hatin lidarxistin û bajarok bû wargeha stêrk û navdarên sînemaya cîhanê. Her roj gelek stêrkên navdar li ser xalîçeya sor meşiyan û xwe nîşandan. Cannes bi motîfê fîlman bû wek sînemayeke servekirî. Wekî din bi qasî 4 hezar rojnamevan û rexnegirên sînemayê jî festîval ji nêz ve şopandin.
Sofia Coppola bu derhênera herî baş a 70. Cannesê
Di nava 10 rojan de salonên di qesra festîvale de malovanî ji fîlman re kirin. Rojê nîşandana bi dehan fîlmên ji cîhanê, dihatin kirin. Bi taybetî jî ji bilî pêşbirkê, fîlmên beşa “Çarçoveya nihêrînekê” hêjayî dîtinê bûn. Jixwe, nasnameye Cannesê bi fîlmên di vê beşê de tê pênase kirin. Bi kurtayî di festîvalê de îsal mijara penaberan mora xwe li bin nîşandana fîlman xist. Fîlma Michael Haneke jî serkêşiya vê yekê dikir. Dîsa fîlmên li dijî sîstema burjuvaziyê, desilatdariya mêr û faşîzmê jî gelek bûn.Îsal bi giştî 19 fîlm di pêşbirkê de bûn. Fîlmen favorî bi xelatên biçûk veqetiyan. Bi taybetî jî derhênerê Japonî Noami Kawase bi fîlma xwe “Radiance” dest vala çû. Ti kes ne li benda vê encamê bû. Dîsa, Nicole Kidman jî di du fîlman de serlistîkvan bû, lê wê jî xelat ji Diane Kruger re hişt. Fatih Akin ê gelek bi şans dihat dîtin jî dest vala vegeriya mala xwe. Xelata 70. Festîvalê ya taybet jî Nicole Kidman girt.
Xelata festîvalê ya herî mezin “Palmiya Zêrîn” derhênerê Swedî Ruben Östlund, bi fîlma xwe ya bi navê “The Square” wergirt. Sofia Coppola jî bi fîlma xwe “The Beuiled” bû derhênera herî baş.
Fîlmeke serkeftî: The Square
“Palma Zêrin” a 118 gram zêr e ji sala 1955’an ve tê belavkirin. Xelat ev 20 sal in jî ji aliyê çêkerê seatan ê Swîsreyî Chopard ve li Cenevreyê tê çêkirin. Fîlma ‘The Square’ (Meydan) behsa têkiliya hunera hemdem û çîna burjawaziyê dike û têkiliya wan dişopîne. Fîlm bi sehneyeke rastî ya di serê derhênêr re darbas bûye, dest pê dike. Piştî vê yekê Östlund, bi fîlma xwe têkiliya statîk a di navbera hunerê hemdem a burjuvaziyê, jiyana rojane û têkiliya mirovan tîne ser perdeya spî. Fîlm di warê senaryo, çîrok û derhênêriye de gelekî serketî ye. Derhênêr bi çavekî cuda li tiştên diqewimin, dinihêre.
Xwediyên xelatên din ê Cannesê
Di 70. Festîvala Fîlman a Cannesê de, fîlma “The Square” yê derhêner Rûben Ostlund hêjayî xelata “Palmiya Zêrîn“ hate dîtin. Lîsteya xwediyê xelatan bi vî rengî ye:
* Fîlma herî baş - Palmiya Zêrîn: The Square (Rûben Ostlund)
* Xelata Jûriyê ya mezin - Grand Prîx: 120 battements par mînûte (Robîn Campîllo)
* Xelata Jûriyê: Loveless (Andrey Zvyagintsev)
* Lîstikvana Jin a herî baş: Diane Kruger (In the Fade)
* Lîstikvanê Mêr ê herî baş: Joaquqin Phoenix (You Were Never Really Here)
* Derhênera/ê herî baş: Sofîa Coppola (The Beguiled)
* Senaryoya herî baş: The Killing of a Sacred Deer û You Were Never Really Here
* Fîlma destpêkê ya herî baş- Camera d’Or: Jeune femme (Leonor Serraille)
* Fîlma kurt ê herî baş: A Gentle Night (Qiu Yang)
* Xelata mansiyonê ya taybet a fîlma kurt: Katto (Teppo Airaksinen)
aliguler1926@gmail.com