Pêşbirka Çîrok û Helbesta a Huseyîn Çelebî ku ev 24 sal in ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, îsal encamên wê li bajarê Kassel yê Elmanyayê pêk hat. Pêşbirka îsal diyarî cangoriyên di têkoşîna xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayî, hat kirin. Tevî bi sedan xwendekaran, gelek Kurdistaniyên ji bajarên derûdorê jî tevlî merasîmê bûn. 

Her wiha gelek hunermend, helbestvan û siyasetmedar jî li merasîmê amade bûn. Hunemend û komên muzîkê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêşî beşdaran kirin. Koma govendê ya ji Hannoverê û koma şanoyê ya ji Kasselê jî derketin ser dikê. 

21 berhem hêjayî xelatan hatin dîtin

Ji nava bi sedan berhemên îsal tevlî pêşbirkê bûyîn, 200 berhem ketin dereceyê. Ji 200 berheman 21 ji alî jûriyê ve di 7 beşên cuda de hêjayî xelatan hatin dîtin. 

Berhem ji Kurdistan, Ewrûpa, Tirkiyeyê hatibûn şandin û berhemên girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di nav wan de hebûn. Ji ber ku pirraniya kesên hêjayî xelatan hatin dîtin li girtîgehan bûn, xelat li ser navê wan radestî xizmên wan ên li Ewrûpayê û saziyên Kurd hatin kirin.

Karê herî demdirêj ê wêjeya Kurdî ye

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan, rojnamevan Îsmet Kem, bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî weke temsîlî, xelat girtin. Di merasîmê de bi rêya sînevîzyonê jiyana Huseyîn Çelebî hat vegotin.

Li ser navê YXK’ê Denîz Tîmûçîn axivî û bi bîr xist ku weke sazî ev 24 sal in ew vê çalakiyê lidar dixin û got, “Weke sazî bi lidarxistina vê çalakiyê re em dixwazin hem navê Huseyîn Çelebî bidin jiyîn, hem jî tevkariyê li wêjeya Kurd bikin. Ev pêşbirka me karê herî demdirêj ê wêjeya Kurdî ye. Ev gelekî girîng e.” Li ser navê Jinên Xwendakarên Kurdistanê jî Hevîn axivîn û wate û girîngiya rojê nirxand.

‘Ez bi saya kurê xwe hîn bûm’

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî jî işaret bi girîngiya vê çalakiya 24 sal in li ser navê kurê wî tê lidarxistin kir û got, weke bavekî ew bi vî serbilind e. Çelebî bi Kurdî axivî û got, “Min baş bi zimanê xwe nizanîbû. Lê min Kurdiya xwe bi pêş xist. Ez bi saya kurê xwe hîn bûm. Li gorî min bihuşta li ser rûyê erdê Kurdistan e.” Çelebî da xuyakirin, ku ev 24 sal in ew têkoşîna kurê xwe dimeşîne û got, “Lazim e hemû ciwan xwedî li çand û têkoşîna xwe derkevin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan, merasîma xelatdayînê dest pê kir. Dûre Hozan Xezal, Koma Zele Mele, Xelîl Xemgîn derketin ser dikê. 


Berhemên xelat girtî

Berhem û kesên hêjayî xelatê hatin dîtin, bi vî rengî ne:

Helbestên bi Kurmancî

1. Asya Xerzan “Re û Re”


2. Mehmet Çelîk “Xeyal”


3. Dewran Bagişkonî “Tenêbûn”


4. Ebdulkerim Kozî “Kalê Omerî”


Çîrokên bi Kurmancî 

1. Abuzer Kaplan 

“Wênêyên kavilan”


2. Talip Kalin “Hespên Kovî”


3. Behice Feride Demir “Devhestîfê”


Çîrokên bi Kirmanckî

1. Enver Yilmaz “Şermo Giran”


2. Nûrî Keles “Hêgawo Sur”


3. Eser Guzelçay “Şiwanoyo Kokim”


Helbestên bi Kirmanckî

1. Nûri Keleş “Helepçe”


2. Ahmet Sadik Saner “Beno nêbeno”


Bi Soranî

1. Ferhad Çomanî “Derwanime Awêne”


2. Hadî Muhammedî “Gonay xatun û qingî”


Helbestên bi Tırkî 

1. Dûygû Şahîn “Aci tat”


2. Aynûr Alkan


3. Mazlûm Başboga “Sûr”


Çîrokên bi Tirkî 

1. Ûtkû Ustun “Kara Ovanin Ateş Parçaciklari”


2. Fesîh Erdemcî “Kader”


3. Nûpelda Engîn “Serdem”

Helbestên bi Elmanî 

1. Leyla Kizilcik “Halb”


2. Devrim Amed “Fuer die Gefangenen”


3. Wolfgang Kloiber “Die Jesidin”


 KOLN