Mîhrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê bi dayîna xelatan bi dawî bû. Xelatgirên îsal Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat bûn. Xelatên îsal tevî plakatên HRRK hezar dolar bû. Mîhrîcana 7’emîn a Çand û Hunerê ku 8 rojan dewam kir, bi belavkirina xelatan bi dawî bû. Mîhrîcan ji alî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve li Qamişlo hat lidarxistin. Roja Şemiyê ku roja dawî a festîvalê bû, gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar, helbestvan û hezkiriyên çand û hunerî amade bûn. Çalakî bi şanoyekê ya lîstikvan Medya Bekendî û Roşan Çolî dest pê kir. Paşê daxuyaniya têkildarî belavkirina xelatan hate xwendin. Hevserokê HRRK’ê Welîd Bekir bi zimanê Kurdî û endama HRRK’ê Meryem Temir bi zimanê Erebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Xebata Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya afirandinê li bajarê Qamişloyê sala 2016’an hate damezirandin. Ev xelat ji aliyê Desteya Rêveber a HRRK’ê ve hate diyarkirin ku nirxê wê hezar dolar tevî plaketa hevgirtinê ye.” Ji bo teşwîqkirinê Her wiha hate diyarkirin ku ev xelat didin Kurdê herî afrîner, ji ber rola wî/ê di pêşxistina qada çand û hunera Kurdî ye, di heman demê de xelat ji bo teşwîqkirina endamên saziyên çandî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, pîvana hilbijartina kesê serkeftî bi giştî xwe dispêre tecrubeya wî û bandora li ser qada çandê ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û herêmên din ên ku Kurd lê hene. Du xelatgir hebûn Her wiha hate gotin: ‘’Xelata îsal ji bo du afrînerên ziman û çanda Kurdî ye, ku bi salên dirêj gelek xebat ji bo ziman û çanda Kurdî pêşkêş kirin û gelek dema xwe ji bo pêşxistina wêjeya Kurdî dan. Her yek xwedî mohreke taybet e, stêrên ronî li asîmanî lêgerîna ziman û dîroka kurd in. Ji ber wê layiqî xelata îsal a HRRK hatin dîtin.’’ Piştre xwenda daxuyaniyê xelata HRRK’ê dane Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat. n ANHA/QAMIŞLO