Komîteya Amadekar a Newroza îsal li Silêmaniyê xelatên Pîremêrd dan 100 kesan, dezgehên ragihandinê û rêxistina. Li Simaniyê doh li Kafeteriya Çandî ya Silêmaniyê bi merasîmekê, Komîteya Amedekar a Newroza îsal xelatên Pîremêrd yên ji peykerê Pîremêrd, pirtûkên bi navê Newroz û Kawayê Hesinkar ya ji aliyê Mihemed Baqî ve hatî nivîsandin dan 100 kesayet, rêxistin û dezgehên ragihandinê.

Berdevkê Komîteya Amekar a Newrozê Îbrahîm Emed têkildarî mijarê axivî û got; “Parvekirina van xelatan berdewama pîrozbahiyên Newrozê ne. Îro komîteya Newrozê 100  xelat dan çend kesayetî, rêxistin û saziyên civakî û dezgehên ragihandinê. Ku rolê wan di hemû pîrozbahiyên Newrozê de hene.”

Îbrahîm axaftina xwe wiha domand; “Me îsal weke xelat peykerê Pîremêrd da. Ji ber ku Pîremêrd di zindîkirina Newrozê de rolekî girîng leyîstiye. Her wiha wê di sala di were de jî peykerekî kesayetiyekî din ê Kurdistanê weke xelata Newrozê wê bê dayîn.”


DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ