Bi merasîmekê xelatên 27'emîn Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Merasîm li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a şaredariya Şîliyê çêbû. Parlementerên HDP û CHP'ê, malbatên şehîdên çapemeniya azad, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Şaredarê Şîşliyê Mûammer Keskîn, TJA, DÎK, DÎAY-DER, HDK, EMEP, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rêveberên HDP'a Stenbolê, Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad, kurê Mûsa Anterî Dîcle Anter, xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek kes tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de 5 xelat hatin dayîn. Rojnamevan Huseyîn Aykol  ji Hepsa Tîpa T a Sîncanê peyamek şang û got, "45 salan di qada çapemeniyê de me û di 30 salên dawî de jî min di nav Çapemeniya Azad de cih girtiye. Her çend wekî yek ji pêşengê û rêveberekî vê kevneşopiyê bêm qebûlkirin jî, lê belê xwediyê esl ên kevneşopiya Çapemeniya Azad rojnamevan û belavkarên me yên şehîd in. Loma ev pêşbirk di şexsê Apê Mûsa de ji bo hemû şehîdên me tê lidarxistin. Wisa dixuyê ez ê hîna pirr di hepsê de bimînim. Li ber nakevim. 40 sal in şahidê dîrokê me. Min bi Birêz Abdullah Ocalan, Celal Talabanî, Mahmût Ebbas û Şîmon Peres û gelek kesên din re hevpeyvîn çê kirine. Ma kîjan ceza dikare vê rojnamevaniya birûmet ji holê rake? Hevalên hêjayî xelatê hatine dîtin pîroz dikim û serketinê ji wan re dixwazim."

Piştî axaftinan merasîma xelatdayînê dest pê kir. Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û ji rojnameya BîrGunê Husseyîn Şîmşek di nûçeya Tirkî de xelata nûçeya herî baş, ji Euronewsê Rabî Çetîn xelata juriyê, di Kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê Gokhan Altay xelata nûçeya herî baş, di warê wêneyan de ji EPA'yê Sedat Sûna û ji Jinnewsê Rojda Aydin xelat wergirtin. Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglû xelat wergirt.

 

STENBOL