5 dayikên ji enfala 1988’an rizgar bûbûn, hejayî xelata Karîn hatin dîtîn. Li hola Werzîş û Lawan a Germiyanê, bi pêşengiya Îdareya Germiyan û Qeymaqemê navçeya Kelar a Germiyanê û amadebûna gelek weliyan, merasîma dayîna Xelatên Zêrîn ên Karîn, hate lidarxistin.

Ji bo kesûkarên enfalkiriyan kir

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, Xelatên Zêrîn ên Karîn dan 5 jinên ji enfalê rizgar bûne, û piştî rizgarbûyînê bi serbilindî zarokên xwe mezin û perwerde kirine.

Par li bajarokê Kifrî ev xelat hatin dayîn. Karîn Modloz di sala 1991’ê de hatiye Başûrê Kurdistanê û wê karên mirovî ji bo kesûkarên enfalkiriyan kirine. Lewma ev xelat li ser navê wê tên dayîn.

 

ROJNEWS/GERMIYAN