Helbestvan û medyakarê Kurd, Xelef Yasîn ku bi navê Xelef Zêbarî tê nasîn, li Washingtonê koça dawî kir.Pêr bi şev (24.05.2018) Helbestvan û medyakar Xelef Zêbarî ku xwediyê helbesta “Nesrîn” e, li paytexta Amerîkayê bajarê Waşingtonê di 70 saliya xwe de koça dawî kir.Hat zanîn ku Xelef Zêbarî li mala xwe ya li Washingtonê koça dawî kiriye û li wî bajarî jî were veşartin.Xelef Zêbarî ji bilî ku damezrîner û bêjerê diyar ê radyoya Dengê Amerîkayê yê beşa Kurdî bû, helbestvanekî navdar bû û yek ji helbestên wî yên herî diyar “Nesrîn” bû ku Mihemed Şêxo ew helbest kiriye stran.
Zêbarî ji gundê Baniyê yê ser bi navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê ye û sala 1974´an bêjerê Dengê Kurdistanê ya Iraqê bû, piştî şikesta sala 1975an çû Amerîkayê û sala 1992´an bû yek ji damezrînerên beşa Kurdî ya radyoya Dengê Emerîkayê.Du pirtûkên wî hene bi navê Zêra Reş û Warê Şêran û ji sala 2012´an ve xanenişîn bû û li Washingtonê dijiya.
26