Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê 6 girtî, li Girtîgeha Patnosê jî 2 girtî ketin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan. Çalakger dibêjin heta tecrîdê neşkînin çalakiya xwe dewam bikin.

Grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatî destpêkirin bi biryardarî didome. Çalakiya Leyla Guven di roja 107’an û yên li hepsan jî 69 roj li pey xwe hişt.

6 Girtiyên li Tîpa M ya Baybûrtê jî tevlî çalakiya bêdawî û nedorveger bûn. Girtiya bi navê Serfiraz Demîrer ji hepsa Baybûrtê bi nameyekê ragihand ku 3 girtiyên bi navên Delîla Roj Erkmen, Sevgî Akar Gurduz, Fatma Yildirim 5’ê Çileyê û girtiyên bi navên Serfiraz Demirer, Tugba Can, Zeynep Topçu jî 20’ê Çileyê tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bûne. Di nameyê de hate diyarkirin ku ji derveyî kesên tevlî grevê bûne, 6 kesên li çalakgeran dinêrin jî di heman odeyê ne.

Di dewama nameyê de hate gotin ku rewşa çalakgeran baş e, moralê wan pir bilind e.

Li aliye din li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê girtiyên bi navê Emre Yalçin û Mehmet Bozdag jî bi nameyekê ragihandin ku ji bo piştgirîdayîna berxwedana grevên birçîbûnê ketine greva birçîbûnê ya bêdawî nedorveger.

Nameya girtî Mehmed Bozdag wiha ye: "Ez Mehmed Bozdag di sala 1989’an de li navçeya Pîran a Amedê hatime dinê. Di temenê xweyê biçûk de bi malbata xwere me koçî navçeya Baxlara Amedê bûm. Min heta dibistana lîseyê li Amed’ê  xwend û piştre jî ez çum zanîngeha Erzinganê. Dema min zanîngeha Erzînganê dixwend di sala 2011’an de mi xwest ez bibim rêwiyê rêya heqîqetê. Ez di sala 2012’an de li Dersime dîl ketim. 12 sal cezayê girtîgehê dan min, ev 7 sal in di girtîgehê de me."

Ev 6 sal in di girtîgehê de me

Girtiyê bi navê Emre Yalçin jî bi nameyekê diyar kir ku ji 16’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Nameya Yalçin jî wiha ye; "Ez jî Emre Yalçin. Sala 1995’an de li navçeya Fetîhîyê ya Muglayê hatim dine. Dayika min bi eslê xwe Arnavût  e. Bavê min jî ji Giyadina Agiriyê ye. Min heta dibistana navîn li Izmîrê xwend. Di destpêka sala 2009’an de min rêya heqîqetê naskir û dawîya 2009’an de bûm rêwîyê vê rêyê. Di sala 2013’an de li Amed’ê dîl ketim. Ez li girtîgeha Amed, Bayburt, Gumuşhane û herî dawî jî li zindana panosê mam. 11 sal cezayê girtîhê li min birîn û ev 6 sal in di girtîgehê de me."

Em bi wan re dihelin

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtiyên siyasî Reyhan Çoşmûşlû, Esma Başkale, Belgîn Kanat û Zozan Kûtûm ji 17'ê Kanûnê ve di grevên birçîbûnê yên bêdem û nedorveger de ne. Girtiyên di grevê de ne gelek kîlo li xwe kêm kirine û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê li wan peyda dibin. Yek ji van girtiyên berxwedêr jî Reyhan Coşmûşlû ye. Malbata Coşmûşlû piştî ku pê re hevdîtin kir li ser rewşa girtiyan agahî dan û gotin:"Doktor bi rêk û pêk kontrol nake. Destûr ji girtiyan re nayê dayin ku li ser çalakiya xwe jî nameyê binivîsînin. Roj bi roj dihelin. Piştî ku me ew di wî halî de dîtin, zehmet e ku mirov qala rewşa wan bikin. Em jî bi wan re dihelin."

 

NAVENDA NÛÇEYAN