Berxwedana me ya di hepsan de em weke çalakiya pêkanîna berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêbertiyê û gelê xwe dibînin û divê gumana ti kesî nebe ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi biryardarî heta dawiyê bidomînin.

Berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêeberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi biryadarî dewam dike. 30’ê Nîsanê  15 hepsiyan dest bi rojiya mirinê kiribû. 10’ê Gulanê (îro) 15 hepsiyên din jî tevlî rojiya mirinê dibin. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîdê hatibû destpêkirin, ji 10’ê Gulanê û şûn ve bi tevlîbûna 15 girtiyên nû dewam dike.

Hepsiyan li ser mijarê got, “Tecrîda li ser Rêberê me li ser azadiya gelan e. Di van deman de ku me rûpoşa desthilatdariya faşîst daxistiye, pêngava ku me dayî destpêkirin, weke peywireke dîrokî û civakî li ber me ye. Berxwedana me ya di hepsan de dayî destpêkirin, em weke çalakiya pêkanîna berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêbertiyê û gelê xwe dibînin û divê gumana ti kesî nebe ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi biryardarî heta dawiyê bidomînin.”

Berxwedana bi rihê 14’ê Tîrmehê

Hepsiyan di dewama daxuyaniyê de balkişand ser polîtîkaya dewleta Tirk û îşaret bi van xisûsan kir: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi derxistina kaosa civakî tememenê xwe dirêj dike. Li dijî vê wê berxwedana me ya bi rûmet tecrîdê bişkîne û hêviya gelan pêk bîne. Em girtiyên PKK û PAJK’ê yên di zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê de, li ser bingeha xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger û rojiya mirinê bi awayekî zelal û biryardarî didomînin. Hevdîtinên 12’ê Çile û 2’ê Gulanê bi Rêbertiya me re hatî kirin, hevdîtinên welê ne ku dewletê bi aqilê xwe yê xasûk û tije hesabên xayînane, destûr daye wan. Tê fêmkirin ku ne lihevkirinek, ne muzakereyek, ne jî pêvajoyeke diyalogê bi pêş neketiye.”

7 daxwazên me hene

Ji bo bi dawîkirina çalakiya xwe jî, hepsiyan bi bîr xist ku 7 dawazên wan hene çawa ku berê jî bi raya giştî dabûn zanîn: “Em girtiyên PKK û PAJK’ê, dixwazin ku daxwazên me yên ji 7 xalan bi cih bên. Di vê demê de ku wezîrê dadê bi qasî ku nikaribe qanûnên di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de eşkere bike, bi awayekî neadilane tevdigere, serbixwebûna dadgeriyê dike qurbana kesayetiya Erdogan; ev hem di pêvajoya hilbijartinê de, hem jî di her warî de tê dîtin.”

Hepsiyan di dewamê de hevdîtina 2’ê Gulanê wiha nirxand: “Di deklerasyona parêzaran de ya piştî hevdîtina 2’ê Gulanê ya bi Rêbertiya me re; bi zelalî hatiye diyarkirin ku pirsgirêkên civakî ne bi şer û hêza fizîkî; bi hêza aqil, polîtîk û çandî dikarin bên çareserkirin. Û ev jî bi muzakereyeke demokratîk dikare bê kirin. Halê hazir, rayedarên dewlet û hikûmetê bi israr xwe nêzî çareseriya aştiya civakî û demokratîk nakin. Divê ev baş bê zanîn ku em girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo şikandina giştî ya tecrîdê li be xwe didin; bi hevdîtinek, du hevdîtinan tecrîd nayê şikandin û berxwedana me jî nayê şikandin. Heke rayedarên dewleta Tirk di vê mijarê de dibêjin, em ji dil in, divê bi wêrekiyeke mezin pêvajoya muzakereya demokratîk bidin destpêkirin. Çereseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û di pêkhatina vê de rêbertiya me xwedî rolekî diyarker e, muxatabê sereke û yekane ew e.”

Em berxwedanê mezintir dikin

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî dibe: “Berxwedanê bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven weke pêngava ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ 8’ê Mijarê dest pê kir, bi grevên li zindanan û derve bi biryardarî dewam dike. Em weke girtiyên PKK’yî û PAJK’ê bi komeke nû ya rojiya mirinê berxwedanê mezintir dikin. Her wiha çalakiya me ya rojiya mirinê ya 30’ê Nîsanê ya 15 hevrêyên me dewam dike. Li gel vê li jêr navên hevrêyên me hene, ew jî ji 10’ê Gulanê (îro) û pê ve, dest bi rojiya mirinê dikin.”

Navên çalakgerên Rojiya Mirinê

Li Girtîgeha Kandirayê; Yaşar Cînbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman.

Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstafa Taştan.

Girtîgeha Patnosê; Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysal Atak, Şefîk Kayhan.

Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê; Reşat Ozdîl.

Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz.

Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê; Saît Ozturk.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN