Li bajarê Kanadayê Torontoyê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ‘xeleka ji mirovan’ hate çêkirin.

Li bajarê Torontoyê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan kes civiyan.

Girseyê, li Dundas&Yongeê bi hildana wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê Yûsûf Îba û Leyla Guven çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ çêkir.

Çalakgeran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Îba ku van rojên dawiyê xwînê vedirîşe û ji bo çalakiya Îba banga xwedîderketinê kir.

Çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ bala raya giştî û xelkê deverê kişand.

   

 ANF/TORONTO