Rojên ku bahsa wan tê kirin, rojên dem û demsalên çaxên berê ne. Çîrokên demên berê ne û ew êdî nema tên jiyîn. Ketine ber ava çemê rastiya me ya civakî û berav berav çûne. Em jî di her firsendî de bi bahskirina wan, bi ji nû ve vegotina wan dilê xwe hênik dikin û bo çend deqîqeyan be jî, ji bandora kaos û stresa jiyana îroyîn xwe dûr dixin. Helbet piranî caran bi dilopên ku bi dizî ji çavên me difûrin re…
Piraniya wan hestên jidil, pak, nerm, sivik, dilovan, xwezayî, civakî û evînî yên ku ji dema jiyana me ya li gundan di bîra me de mane ne. Kaniyên ku me av jê vedixwar, darên ku me di bin siyê de bêhna xwe distand, çemên ku me tê de avjênî dikir, tirbên ku me beriya cejnan ziyaret dikir, şîn, dîlan, cejn, pîrozbahî û dawetên ku me hesten xwe dixist nava yên hevdu û girî û kenê ku me bi hev re dikir…
Kurd, xelkekî ku bi derengî bajarî bûne ne. Bona vê yekê jî bîranînên jiyana li gundan a xwezayî kêm be jî hên hinek zindî ne. Tevî vê yekê, li hinek deverên Kurdistanê jiyaneke xwezayî ya bi van nirxan xemilî jî hîn tê jiyîn. Bi taybetî li herêmên Kurdistanê yên çiyayî, yên ji bajar û bandora saziyên dewletan dûr, jiyan Kurdewarî ye.
Belkî em ji xwe, ji rastiya xwe ya Kurdewarî qut bûne; lê mirov nikare bêje ku Kurdewarî jî ji kokên xwe qut bûye û tenê di rûpelên dîrokê de wek çîrokên hatine jibîrkirin, maye. Ew kanî hên zuwa nebûye, deng û rengên Kurdewarî li ser pê ne. Belkî hinek çilmisî ne, lê zindî ne. Rast e; ji ber êrîşên desthilatdaran, bi bandora nirxên modernîzma biyaniyan û nexwedîderketina me Kurdan hinek xesar dîtiye. Eger em lê xwedî derkevin, ew çinara Kurdewariyê wê dîsa hêşîn bibe; ji bo jiyaneke xwezayî, watedar, rengîn û dengîn…

Rastiya me û şîrê xav

Çend roj berê bi hevaleke rojnamevan re me behsa bandora bajarîbûnê ya li ser hiş û helwestên civakî dikir. Hevala Gelawêj ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Min jê re got, “Ez bajarî bû me û bandora jiyana bajarî li ser min zêde ye.“ Li ser vê gotinê, wê jî got, “Min jî ewqas di dibistanên Îranê de xwendiye û ez jî di bin bandora nirxên bajêr de me.“  Dema me bahsa bajarîbûnê dikir, bi vê gotinê me xwest dûrketina xwe ya ji hest û helwestên Kurdewariyê bînin zimên.
Ji ber ku jiyana bajêr bi rastiya me ya civakî nehatiye sazkirin. Jiyaneke ji bo xizmeta aqilekî serdest hatiye sazkirin e û ne xwezayî ye. Îro em li bajaran, di nava çemberê jiyaneke ku bi her tiştî xwe gorî berjewendiya serdestan e, bi nirxên nû, bi têkîliyên nû, bi rengên nû û bi hest û helwestên nû, lê bê vîn û bi mecbûrî him xwe him jî nirxên xwe yên xwezayî û civakî di destarê modernîzma kapîtalîst de diherînin, tune dikin…
Di jiyana bajarî ya modern de herkes her tiştî tenê ji bo xwe dixwazin, ji bo xwe dixebitin, ji bo xwe dikin. Her têkilî bi mentalîteya pêşbaziyê pêk tê û ji hêla otoriteyeke serdest ve tê mecbûrîkirin. Hest û helwestên me ne xwezayî ne. Gorî rastiya xwe; em bi xwe, êdî ne em in!..

Hest, reng û bêhna rastiya me tenê di çîrokên bîranînan de maye. Di sohbetê de hevala min Gelawêjê got, “însan e, şîrê xav vexwariye!“ Erê, însan e, şîrê xav vexwariye. Belkî maneyeke neyînî li vê gotinê hatiye barkirin. Wekî bi maneya, însan dibe ku şaşitiyan bike, bê bikaranîn.
Lê mirov dikane ve gotinê bi wateyeke din jî binirxîne. ''Xav''; yanî orîjîn, resen, pê nehatiye şuxulîn, saf, wek şîrê dayikê, ava jiyanê ya ku em hest û helwestên xwe yên mirovî û civakî jê digirin. Bi şîrê xav ê dayikên xwe em têrî rastiya xwe ya mirovî û civakî jî bûne.
Li gundê me kaniyeke biçûk hebû, me jêre digot ''kaniya reş''. Tevahiya bîranînên min ên zaroktiyê li derdora wê kaniyê digerin. Lê, tê gotin ku ew niha zuwa bûye!  Wer li min tê, wekî ku tu tişt ji rastiya civakî ya ku ez tê de mezin bûme, yanî ez pê bûme ez, nemaye...
Ji ber vê yekê; ne ji şîrê xav ê dayikan, lê divê mirov ji şîrê kelandî yê ku serdestên bajarî bi me didin vexwarin, bitirse. Ji wî şîrê ku wek jahrekî me felç dike, me ji me dûr dixe, me bi me dide jibîr kirin. Bi wî şîrê ku me ji destê serdestên modern vexwarî, me hiş û hesten xwe wenda kirine, em belavela bûne, ji xwe û ji rastiya xwe qut bûne. Em êdî ne kesayetên civaka xwe ya xwezayî û rasteqîn in; li şûna wê, karker, karmend, endazyar, mamoste, burokrat, nivîskar û xizmetkarên patronan, ên şîrketan, an jî yên dewletan in…

Zindî û mirî wekhev in...

Ka werin em çavê xwe vegerînin rastiya Kurdewarî; ji ber ku wek nirxên mirovî, civakî, moralî pêwîstiya me bi çi hebe, di wir de heye. Gorî vegotina hevala Denîz; li gundên herêma Dêrsimê bo pêşwazîkirina serê salê kevneşopa Gaxanê tê berdewamkirin. Bawer dikim, bi heman awayî nebe jî, li seranserê Kurdistanê kevneşopên bi vî rengî têne domandin. Ciwanên gund kincên cûda cûda li xwe dikin. Herkes bi xwarinên ku ji her malê hatine berhevkirin, li mala kesê herî feqîr ê gund kom dibin; wan xwarinan parî hev dikin û bi hev re dixwin. Paşê heta serê sibehê muhebetê dikin, çîrokan vedibêjin, stran û kilaman distrên...
Di rîtûelên di rojên gorî demsalê û rengguhertina xwezayê her sal tên dubarekirin de tu zindî û tu mirî jî nayên jibîrkirin. Para herkesî tê veqetandin. Di rîtûelên bo pêşwazîkirina serê salê de bo miriyan xwarina ''Xêrê Merdû'' yanî ''Xêra Miriyan'' tê amadekirin. Hinek ard û rûn tê tevlîhevkirin û paşê tê avêtin nava agir. Tê bawerkirin ku bêhna şewata wî hevîrê ku bi ard û rûnê hat çêkirin, wê ruhê miriyan têr bike. Ne tenê di serê salê de li beriya rojên her cejnê jî herwiha tirb tên ziyaretkirin û mirî tên bibîranîn, bona xêra wan şîrînahî an tiştên xwarinê yên mîna kakil û şekir tê belavkirin.
Di kevneşopên ji têkîliyên xwezayî pêk hatine û hên jî tên domandin de tu zindiyên li xwezayê jî nayên jibîrkirin. Hinek ji xwarinên ku di malan de tên amadekirin li derdora xênî, li hewşê û li xwezayê tê reşandin. Ev para kurm, mêş,mişk, mar, çûçik û hwd a tevahiya zindiyên li xwezayê ye.
Herwiha her sal ber bi payîzê ve, wexta tiştên hatine çandin ji zeviyan, ji baxan tê berhevkirin; dîsa tu kes, tu zindî nayên ji bîrkirin. Ji tiştên xwarinê yên hatine çinîn hinek li xwezayê tê hiştin ku zindiyên derdorê jê bêpar nemînin. Herwiha beriya her tiştî para kesên feqîr û xizan ên gund jî tê veqetandin.
Yani her tişt bo her kesî ye, bo her zindiyan e; bo însan, ajal û sewal, dar, av, zindî, miriyan e... Di civakeke wisa de her tişt tê parvekirin de tu kes birçî namîne, tu kes birçî nayê hiştin...

Sifte homete ra (siftê ji xelkê re)

Kurd di jiyana Kurdewar ya rasteqîn û xwezayî de di dua û dirozên xwe yên ji Xwedê an jî ji Xizir re dikin de, despêkê ji bo xelkê, ji bo kesên din daxwazê dikin û paşê bona xwe dikin. Destpêkê xelkê têr dikin, paşê xwe. Destpêkê xelkê dilşa dikin, paşê xwe... Kurdên Elewî wiha bang li Xizir dikin: “Ya Xizirê kal / deriyê şer bigire, deriyê xêrê veke / Ocaxê tu kesî kor meke / Derdê bê derman mede tu kesî / Miradê tu kesî di çavan de mehêle...”  Bi Kirmanckî (Zazakî) jî wiha bang li Xizir tê kirin: “Ya wayîrê hard û asmenî / Neçar û xerîb meverde nî feqirî / Ya Xizir sifte homêtê ra / Pey ra ke ma re bîye comerdîye...“
Bawermendê kîjan baweriyê be bera bibe; di hêla baweriyê de jî reseniya Kurdî ne şiklî ye, berovajî jidil e. Bi taybetî li gundan, têkîliyên Kurdên Misilman û yên Yaresan ên di bin rejîma Îranê ya Şiî û têkîliyên Kurdên Elewî yên Mereşî û Dêrsimî yên di bin rejîma Tirkiyê ya nijadperest û Îslamîst û têkîliyên Kurdên Êzîdî, mîna hevdu ne.  Di têkîliyên civakî de nirxên piştgiriyê, parîhevkirinê, yên jidil û ne şiklî derdikevin pêş. Feraseta jiyana xwezayî ya li çiya, gund, çol û beyaran aştiyane ye, gorî pêwîstiyên civakî ye, jidil, ne şiklî û bi giştî xwezayî ye. Mixabin îro em ji van nirxan, ji van hestan, ji wê dilpakiyê dûr ketine...

Em rêwiyên rastiya xwe ne...

Lê niha em Kurd ketine dû rastiya xwe. Azadiya xwe ne di pergalên biyanî, modern û serdestiyê de, berovajî di rastiya xwe ya civakî de digerin. Bo wekhevî û edaletê ji nû ve berê xwe didin rastî û xwezaya xwe. Ew rastiya me ya ku hevîrê wê bi şîrê dayikên me yê xav hatiye histirandin. Hêvî zindî ye; jiber ku em hên jî bi bîranînên xwe yên çaxên berê, yên çaxên ku em hên bi rastiya xwe dijîn, moralî dibin. Îro li ser her çiya û li kolanên her çar parçeyên welat, ji Kobanê, Şengal, Kerkûkê heta Zindana Ûrmiyê Kurd bi yek dengî awazên senfoniya Kurdewariyê diqîrin. Em rêwiyên rastiya xwe ne û bona vê yekê jî divê em qe ji çîrokên xwe qut nebin...