Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di salvegera 4’an a wefata wî de nivîskar Xelîl Kalo li naveçeya Tirbespiyê bi bîr anî.

Merasîm bi beşdariya bi dehan şênî, gelek nivîskar, helbestvan û rewşbîran li gundê nivîskarî Dêrona Qelenga yê navçeya Tirbespiyê çêbû.

Nivîskar Bradost Mîtanî bixêrhatina beşdaran kir û li ser tecrûbeya têkoşerî ya Xelîl Kalo ku pêk aniye, axivî. Wî got, Xelîl Kalo hizr û qelema xwe xistiye xizmeta civaka xwe, tade lê hatiye, lê wî her têkoşîna xwe dewam kiriye. Jixwe, ji ber vê jî YPG´ê rûmeta şehîdiya serbilindî dayê.

Merasîm bi pêşkêşkirina gelek hevlbestvan û nivîskarên Kurd, û gotinên li ser nivîskar Xelîl Kalo bi dawî bû.

 

ANHA / QAMIŞLO