Bi gelemperî, ji bo berhem û nirxên mayînde yên ku dibin malê civakê zanyaran gotiye: “Her nirxek, serpêhatiyeke xwe heye. Her wêneyekî şoreşê çîrokeke xwe heye!.. Her nefes û hilmek, wateya xwe heye!.. Her pêngav û astek, di jiyana şoreşê de pêwîstî û pêdiviya xwe heye, da ku li ser rûpelên dîrokê xwe bineqişîne!....

Serpêhatî û çîroka me û sirûda Çerxa Şoreşê, bi temamî di wateya diyaletîka vejîna şoreşê de, bi pêşketin û zeximbûna têkoşîna rizgariya neteweyî re, weke qêrîneke isyankar û serhildêr, di hestên civakê de cihê xwe girt!..

Yanî heger bixwazim serpêhatî û çîroka vê stranê ji xwendevanên hêja re diyar bikim, pêwîst e hinekî wan salên tijî, zext û zehmetî, bê derfetî û dijwarî bînim ziman.

Di salên 1987-’88’an de hem ji derve hem jî ji hundir li ser rêxistina şoreşê êrîşên gelekî dijwar pêk dihatin. Di eniya şer de şehadetên mezin çêdibûn, windabûnên ku şoreşê heq nekiribûn çêdibûn. Di sala 1988’ê de komkujiya Helebçe wijdanê mirovahiyê dihejand. Berxwedana Bagokê û çiyayê Benavokê, şer ber bi qonaxeke nû ve diyar dikir. Her wiha di hundirê rêxistinê de jî ji bo hêviyên gelê me têk biçin, komploker û provokatorên wê demê li ser kar bûn! Bi taybetî li derveyî welat, di qada Ewrûpa de armanc û liva provokatoran tenê şikandina hêviyan, pasîfkirina kadro û xebatkarên rêxistinê, şikandina bandora rêberiyê li ser girseya gel bû. Di atmosfera wê demê de ji xebatkaran heta welatparêzan, her kes bi êş û azarê wê pêvajoyê bi tundî dijî.

Di wê atmosferê de ez jî yek ji nav bi sedan xebatkarên ku dibûn armanca êrişên provokatoran bûm. Ji ber vê sedemê, her wiha ji ber helwestên xwe ên bê tawîz, di sala 1988’an de ji bo xebata çand û hunerê berê min dan Yewnanistanê. Bêhtirî nîv salê neçar mabûm ku li wir xebata xwe bidomînim. Ew rihê tevgera azadiyê yê berxwedêr, di hiş û ramanên min de, êdî di damarên xwîn û jiyana kesayetê de cihê xwe girtibû. Her wiha êdî dikarî ji bêçaretiyê, çare û çareseriyê peyde bike.

Wê salê gelek heval ji zindanan dihatin. Ji bo min naskirina wan komên berxwedêrên zindanan, dibû şansekî mezin û derfeteke pîroz. Dîsa di 28’ê Adara 1988’an de, min agahiya şehadeta rêhevalê xwe Huseyin Yorulmaz girtibû! Huseyin hem rêhevalê min bû hem jî mamosteyê min ê rêya şoreşê bû. Di sala 1978’an de min rêya Apoîzmê ji wî rêhevalî nas kir. Bandora şehadeta wî qehremanî weke keda pîroz, wefadariya dilsoziya bi rûmet heya bijîm jî wê têra min bike.

Eve di rewşeke wisa heyameke tijî êş, xwîn, ked û berxwedanê de, em bi giyaneke isyankar û serhişkiyeke pozîtîf û bi israr dijîn. Her wiha li ber çavên me lîstik û kiryarên provokatîf dihatin meşandin. Hemû rojên Atinayê ji germa havînê dixeniqîn. Min li bin darên merxan (şiklekî dara çamê) bi saza xwe berhema bi navê ‘Bagok’ amade dikir. Ya rast ew e ku; Çerxa Şoreşê tenê bendek ji qêrîna wê berhemê ye.

Li ber payîzê ye. Meşeke Yûnaniyan a dirêj heye. Dibêjin ku her sal li derdora milyonek însanî tev lî dibin. Ez ne şaş bim, weke 40 kîlometroyan dirêj e. Wê salê weke rêxistin em ê cara yekem bi fermî tevlî wê meşê bûbana. Me amadekariyên xwe beramberî derfetên xwe kirin; me komeke govendê amade kir, orgenîzeyeke mutewazî çêkir. Gelek hevalên ku ji zindanê nû derketibûn hebûn. Hîn li bîra min e, hevalek hebû; şehîdê me yê mezin Haydar Eroğlu. Dibû navenda moral û dilxweşiya hemû hevalan! Wî her ku derfet peyda dibûn dixwest li xebatên min ên nû guhdarî bike û ez jî li fikir û pêşniyarên wî guhdarî bikim.

Piştî seranserî meşê me bername û rengên xwe diyar dikirin, eleqeyeke gelekî mezin ji aliyê girseyê û çapemeniyê ve dihat nîşandan. Li mitînga  pêşberî avahiya Parlemana Yewnanistanê dema dora bernameya me hat, Hevalê Haydar bi israr xwest ku ez sirûda Çerxa Şoreşê bibêjim. Hingî min gotinên stranê tevayî ne nivîsandibûn. Li bîra min e; tenê tiştekî wisa min nivîsandibû:  “... ji nav dîwarê zîndana heya serê çiyan/ pêl dan alên me ên sor/berxwedan jiyan. Di bin rêberiya Partiya Karkeran...” Yekem car li wê mitînga bi heybet me ev stran got. Her wiha dîsa yekem car jî ên ku gotinên stranê li min vegerandin û bi deng û heyecana xwe qêriyan, dîsa Hevalê Haydar û hevalên din bûn. 

Ji wê rojê û pê de, êdî hê bêhtir li ser wê stranê rawestiyam, gotinên stranê bi hîs û hesab, min serê xwe li ser êşand. Di heman salê de, dema ku ji Yewnanistanê vegeriyam, di berhema me ya bi navê ‘Bagok’ de hate belavkirin.

Çerxa Şoreşê, berhema qehremanên wê qonaxê ye. Min tenê hest, hîs û qêrîn û isyankariya gel aniye ser ziman. Strana ku te afirand, gel jî pejirand. Qedir û qîmeta vê yekê nayê pîvan. 

Weke dawî, dixwazim keda saziya me ya neteweyî Roj TV ku di belavkirin û bi bandorkirina vê sirudê de gelek heye, neyê jibîrkirin. 


* Hunermend