Ji ber barana zêde ya çend rojên bihurî beşek ji xaniyên li nav Kela Hewlêrê hilweşiyan. Serokê komîsyona Kela Hewlêrê vê yekê weke nîşan û defa hewarê bi nav dike.

Serokê komîsyonê Dara Yequbî dibêje, “Sedemê hilweşîna beşekê ji xaniyên Kela Hewlêrê, barana zêde ye. Herwaha xemsariya beramber Kela Hewlêrê ye. Hilweşanîna beşekê ji wan xaniyan defeke hewarê ye û dibe hin beşên din jî hilweşin.”

Ne pere şênî lazim e

Dara Yeqûbî îşaret bi projeya nûkirina kelehê kir, got, di nava 10 salên bihurî de salane wan 9 ta 10 xaniyan nûjen kiriye. Wî qisûr û guneh xist stûyê nebûna pereyan û wiha peyivî: “Lê di van du salên dawiyê de ji ber pere tinebûn, ti karekî wisa nehate kirin û tenê karûbarên biçûk hatin kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kela Hewlêrê ji bilî maleke sembolîk, bi temamî ji şêniyên xwe hat xalîkirin. Ji ber ku 258 malbat ji kelehê derketin jî, kesên ku miqate bin li xaniyan neman. Ango ev biryara hanê ku ruhê kelehê jê dizî di rastiyê de rê li ber hilweşînên îro jî vekir. Lê em dîsa jî dilê xwe xweş bikin û bibêjin, pere hebin wê restorasyon bê kirin.

 

 HEWLÊR