Kurd Çiya: Weke endamên DAIŞ´ê ji 54 welatan bêhtirî 9 hezar kesî di destê me de ne. Me minaqeşe kir, encama em gihiştinê ew e, ku divê ev kes li ser van erdên li wan sûc kirine, bêne dadgehkirin.

LUQMAN GULDIVÊ

Piştî ku 23´yê Adarê serketina li dijî DAIŞ´ê bi tinekirina xilafeta wê hat ragihandin, niha li ber Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meseleyên cidî hene ku bên çareserkirin. Li ser van meseleyan û hin îdîayên rejîmê em bi Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê, Bedran Çiya Kurd re peyivîn. Çiya Kurd got, bernameyên wan hene ji bo rehabîlîtasyon û adaptekirina deverên nû rizgarkirî, lê hem ji bo vê û hem jî ji bo ji nû ve avakirinê pêdiviya wan bi desteka aliyên navneteweyî û welatên elaqedar heye. Çiya Kurd li ser dadgehkirina DAIŞ´iyan jî got, “me got, em li ser vê axê dadgeheke navneteweyî ava bikin û li ser van erdên ku sûcên li dijî mirovayetiyê kirin, wan dadgeh bikin. Ji ber wê jî em bangê li welatan dikin ku alîkar bin bi me re di warê hiqûqî û binesaziyê de.”   

Piştî li ser zemîn têkbirina DAIŞ´ê, ji bo asayîkirina jiyanê li deverên rizgarkirî wê dewreke hêzên eskerî ya çawa hebe?

Dawîhatina li DAIŞ´ê li ser erdê, xilasbûna hemû zehmetiyan nîne. Li herêmîn rizgarkirî çend pirsgirêk derdikevin pêşberî me. Ye pêşî ew e ku şaneyên razayî hene. Ew xwe bi rêxistin dikin . Ya em li bendê ew e ku, ew çalakiyên tolhildanê li dijî QSD´ê bikin. Ji ber wê jî, li dijî hucreyên razayî û bermahiyên wê têkoşîneke pirr alî û pirr rengî li Reqa û Dêra Zorê bê birêvebirin. Gava din jî wê ew be ku li herêmê xebateke xizmetê pirralî bê meşandin. Lewma dever di şerê giran re derbas bû. Derbên giran di warê avahî û binesaziyê de li herê mê ketin. Ji ber wê jî li wê herêmê divê xizmetên sereke bipêşkevin. Rêveberiya xweser li ser mijarê xwedî plan û projeye, ka çawa wê karibe çawa xizmeta civaka wê derê bike, nexasim di warê tiştên heyatî yên sereke de. Ev herêm divê di çarçoveya jinûvevakirina Sûriyê de bê dîtin. Ev ê bi keve rojeva siyaset û dîplomasiya me. Ji bo jinûveavakirina deverên rizgarkirî çawa dibe, divê piştgiriyeke navneteweyî çêbe. Herêmeke gelekî fireh e û di şer de jî gelekî texrîb bûye. Siyaseteke taybet li ser mijarê wê hebe bi şirîkên me re, bi koalîsyona navdewletî û welatên elaqedar re.

Di çapemeniya nêzî rejîmê de gelek caran nûçe tên belavkirin ku dibêjin, eşîr dixwazin rejîm li deverê vegere. ev çiqasî rast in?

Li ser eşîran gelek lîstik çêdibin. Pirr aliyên herêmî, dewlet, aliyên siyasî hene ku dixwazin eşîran bînin aliyê xwe. Rejîm di serî de vê dike. Bi dizî di nav eşîran dixebite û bi pereyan dixwaze eşîran bikişîne gel xwe. Dixwaze eşîran bi rêxistin bike li dijî QSD´ê. Dixwaze bide nîşan ku Erebên deverê QSD´ê yan jî YPG´ê qebûl nakin. Da ku bibêje, divê QSD ji herêmên Dêra Zor û Reqa wan deveran derkeve. Axir bi van şêwazên bi dizî, bike ku eşîr nerazî bibin li dijî QSD´ê. Lê li ser vê yekê Rêveberiya Xweser, heqeten xebateke cidî dike di nava eşîrên li herêmê de. Tişta ku rejîm dibêje, ne rast e. Heger hebin ên ne razî, ew çend kes in. Xelkê deverê bi wî şiklî qebûl nake ku rejîm vegere. Berevajî, bi sed hezaran kesên ji deverên rejîmê reviyayî û li bi taybetî li devera Dêra Zorê bi cih bûyî hene. Ev jî nîşan dide ku gelê wir û eşîr naxwazin rejîm vegere. Gel û eşîr dizanin ku bi hêza QSD´ê ew ji DAIŞ´ê rizgar bûne. Ew dilsoziya xwe bi QSD´ê û rêveberiyê re nîşan didin. Ew bi xwe jî di nava rêvebeiryê de ne, di nava QSD´ê de ne. Meclîs û rêveberiyên wê derê ji hemû pêkhateyên wir çêdibin. Ji bo wê jî gel di nava projeya Xweseriya Demokratîk de cih digire û ti carî ne razî ye ku rejîm bi siyaseta xwe ya berê vegere herêmê. Ev propagandaya rejîmê ye, ji bo ku bibêje, divê em biçin van herêman û QSD ji wê derê derkeve.

Xebatên girîng ên ji bo eşîran hene di nava rêveberiya xweser de, têkilî jî xurt in bi hemû eşîran re. Pirsgirêkên wan ên xizmet û ên jiyana rojane çi bin, rêveberî 24 saetan bi wan re di nava têkiliyê de ye. Jixwe ew razîbûna xwe ji bo rêveberiyê û ji bo QSD´ê bi coş didin nîşan jî.

Li deverên rizgarkirî ji bo misogerkirina xizmetan hûn gavên çawa biavêjin?

Li herêmên rizgarkirî, xizmet pirsgirêkeke sereke ye. Texrîbat gelekî mezin e. Ji ber wê jî rêveberî di hemû aliyan de planan çêdike, çi şaredarî, tenduristî, perwerde, binesazî be, di hemû beşên xizmetê yên pêwîst de planên rêveberiyê hene. Budceyek jî hatiye veqetandin ku êdî piştî rizgarkirinê, li deverê ev xizmetên sereke bên kirin. Lê ev têrê nake, divê bi raya giştî re, bi civaka navneteweyî de di nava têiliyê de be da ku karibe piştgiriyê bigire.

Misogerkirina xwerêveberiyê û cihbicihkirina Xweseriya Demokratîk, tevî erdekî evqasî fireh wê çawa bibe?

Herçî meseleya ewlekariyê ye. Her herêmek xwedî meclîsa xwe ya eskerî heye. Ciwan, jin û mêr her kesek xwe bi rêxistin dike weke beşeke ji QSD´ê xwe tenzîm dike. Ew parastina herêma we xwe esas digire. Li kêleka wê meclîsa sivîl a her herêmê heye. Ew jî berpirsiyar e ji bo îdare û xizmeta heman herêma Bakur û rojhilatê Sûrî dike. Niha ev 7 herêm in û her herêm jî li gorî xweseriya xwe, xwe tenzîm dike di warê, civakî, siyasî û eskerî de, û xwe bi vî rengî xwe bi rê ve dibe.Qewetên eskerî hemû yên ku li bereyan li dijî DAIŞ´ê şer dikirin, wê vegerin herêmên xwe. Ew ê li herêmên xwe erka parastina xwe, xweperwerdekirin û tenzîmkirinê wê li herêmên xwe bikin.

Gelo ti projeyeke we ya perwerdekirina xelkê nû ji DAIŞ´ê rizgarkirî û nexasim jî malbatên DAIŞ´iyan heye?

Herêmên ji DAIŞ´ê hîna nû hatine rizgarkirin, û helbet ew pirs li pêşiya me ye; em çawa vî xelkî dikarin ji nû ve adapteyî civakê bikin bi rêya perwerdekirinê û projeyên cihê yên rêveberî amadekariyan wan dike. Niha hîna zûye, lê dîsa jî di bernameya Rêveberiya Xweser de planên vê hene. Ji bo perwerdekirina civakî, bi rêxistinkirina wê heta bi asteke komî, meclîs hatine çêkirin. Li van herêman akedemî çêdibin, yên civakî ji bo perwerdekirina xelkê herêmê, çi jin, çi mêr û çi wan. Niha planeke dimeşe heye. Hewldan ew e ku ev bê berfirehkirin û hemû deverên rizgarkirî jî bikevin ber vê projeyê.

Li aliyê din kesên ku ji Hecîn û Baxozê hatin derxistin, gelek ji wan malbatên DAIŞ´iyan in. Ji bo van bernameyên taybet wê hebin. Navendên taybet wê wan ji nû ve perwerde bikin, ji bo jin û zarokan bername hebin, da ku wan ji îndoktrînasyona bi salan a DAIŞ´ê dûr bike. Niha ev weke proje ne. Em wan pêşkêşî welatan û rêxistinan dikin da ku piştgiriya me bikin. Xebateke wisa berê heye, hem li hepsên di rêveberiyê de di nava endamên DAIŞ´ê yên berê de xebateke bi vî rengî hatiye kirin. Ji bo zarokên DAIŞ´iyan cihên taybet hatine vekirin û bipêşketinên girêng jî hene di vê yekê de. Ev gelekî hêjayî ecibandinê ne. Lê hejmara nû ya di kampande zêde mezin e. Ji bo wê jî pêdivî bi piştgiriyê heye ku navend bêne avakirin û perwerdeyeke li gorî vê karibe bê dayîn.

Ji bo bipêşxistina aboriyê û ji bo misogeriya têraxwekirina di warê xwarin, zad û dexl de projeyên we hene?

Rêveberiya Xweser nû ye. Hêz û qeweta wê darîçav e. Ew ê nikaribe her tiştî di warê aborî de bi pêş bixe. Ew ê nikaribe di demeke kurt de pirsgirêkên aborî hemûyan çareser bike. Ya rast ew e ku rêveberî niha tiştên pirr zerûrî li wan herêman ji xwe re dike esas. Di plana rêveberiyê de ye ku genim bikire ji bo ku têra xelkê herêmê bike. Ev cara yekê ye ku ew ê evqas genim bikire. Ji bo nexweşxaneyan, nuqteyên tibî dermankirrîn; ev jî niha ji bo hemûyan xebat tê kirin. Mijarên din ên xizmetê yên ji bo avê, ji bo çandiniyê nexaism tiştên acil xebat û xizmet tê kirin. Desteka welatiyan tê kirin, di van mijaran de pirsgirêkên cidî nînin.

Niha di destê we de çend dîlên şer hene? Ji bo ewlehiyê, girtina wan û malbatên DAIŞ´ê tedbîrên we têrker in?

Hejmareke mezin a DAIŞ´iyan niha di destê me de ye. Weke endamên DAIŞ´ê bêhtirî 9 hezar kesî ne ev. Ev ji bêhtirî 54 welatan in û di zindanên me yên Rêeveberiya Xwesr de ne. Me minaqeşe kir, ka em çi ji wan bikin. Di dawiyê de encama em gihiştinê ew e, ku divê ev kes li ser van erdên li wan sûc kirine, bêne dadgehkirin. Piştî ku me gelek pêşniyaz kirin ji welatan re ji bo welatiyên xwe bibin. Ji ber wê me got, em li ser vê axê dadgeheke navneteweyî ava bikin û li ser van erdên ku sûcên li dijî mirovayetiyê kirin, wan dadgeh bikin. Ji ber wê jî em bangê li welatan dikin ku alîkar bin bi me re di warê hiqûqî û binesaziyê de da ku em karibin wan bi şiklekî adil dadgeh bikin. Di vê mijarê de her kes jê berpirsiyar e. Lewma DAIŞ´ê li dijî her kesî sûc kiriye. Ji bo wê jî erk li ser milê herkesî ye ku alîkar be ji bo dadgehkirina wan, da ku em bigihîjin çareseriyeke maqûl ji bo van DAIŞ´iyên di destê Rêveberiya Xweser de.

Gelo derfetên we hene ji bo berhevkirina delîlan, û birêvebirina dadgehkirinan?

Tecrûbeyeke Rêveberiyê ya dadweriyê çêbûye. Heta niha hin DAIŞ´î dadgeh kirine û ew di zindanê de ne. Lê vê dawiyê hejmareke gelekî mezin dîl hat girtin. Hêza rêveberiyê têrê nake û lazim e ji derve jî alîkarî bi rêveberiyê re bê kirin. Niha xebatek tê birêxistinkirin, ka çawa delîl û belge bên komkirin li ser kesan, rêxistina DAIŞ da ku di pêvajoya dadgehkirina wan de karibin weke delîl bên bikaranîn. Li aliyekî gelek agahî, delîl, û belge di dema lêpirsîna wan bi destê QSD´ê ketine destê Rêveberiya Xweser. Lê wekîdîtir, li cihên hatine rizgarkirin, delîl tijî ne li ser sûcên wan. Lê ya lazim niha ew e ku ev bên berhevkirin, kategorîzekirin û arşîvkirin, da ku di dema minasib de li dijî van DAIŞ´iyan werin bikaranîn. Heta ku lazim be, em dikarin delîl û belgeyên di destê xwe de dikarin bidin aliyên hiqûqî yên navdewletî jî. Heta delîl û belge gelek in li ser rola dewleta Tirk, ka wê çawa DAIŞ´derbasî herêmê kirine, alîkariya manî û manewî daye wan. Em van delîlaln jî berhev dikin. Ev jî hedef e ku di warê siyasî de, li dijî dewletên destê wan di destekkirina DAIŞ´ê de heye, li meydanên navneteweyî dawe bên vekirin.

Vê xebatê nû dest pê kiriye; nihêrîna me ew e ku divê dadgeheke navneteweyî li ser xaka me ava bibe. Me bi gelek aliyan re minaqeşe kiriye, lê hîna ti gava pratîk nehatiye avêtin. Ev gav êdî wê bi gavên berçav bi pêş keve. Bi dosya, belge û proje miracaet bê kirin, dîplomasî bê meşandin da ku em destekê ji bo dadgehkirina DAIŞ´iyan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixin.

Zarokên DAIŞ´iyan wê di rewşeke çawa de bin, nexasim jî yên sêwî?

Pirsgirêkeke cidî jî zarok in. Bêhtirî 300 zarokên ji dê û bav sêwî hene; em bi welatîbûna wan nizanin. ev pirsgirêkeke qanûnî û insanî ye. Heger em bi welatîbûna hin zarokan zanibin, malbatê wan, xelkê wan yan jî welatê wan bi xwaze wan vegerîne, di wî warî de Rêveberiya Xweser dikare biryarê bide da ku wan vegerîne. Heta nbiha gelek zarok jî hatine vegerandin. Heger hinek man, ew ê li navendên adaptekirina civakî bimînin. Ev navend wê bên çêkirin, û ew ê li wan bihewin. Li ser mijarê bi gelek aliyan re minaqeşe çêbûne, heta ji bo jinan jî.