Girse dixwaze li vir li hemberî destwerdana artêşa Tirk ji xaka Rojavayê Kurdistanê re bisekine. Artêşa Tirk li vê herêmê hejmara leşker û alavên xwe yên leşkerî zêde kiriye, liv û tevgera wan jî ne asayî ye.
Tê payîn ku şandeyeke Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo û Desteya Niştîmanî ya Erebî biçe û li gel rayedarên artêşa Tirk re hevdîtinan pêk bîne. Heta dema nûçeya me dihat amadekirin, hîna aloziya li deverê dewam dikir.
ANHA/QAMIŞLO