
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê beriya 4 rojan gundê El-Huriyê yê bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û ji bermahiyên çeteyan jî paşê paqij kirin. Piştî xebatên rakirina bermahiyên çeteyan bidawî bûn û gund bi temamî hat ewlekirin, şêniyên gund dest bi vegerê kirin.
Nûçegihanên ANHA´yê jî bi wêneyên xwe ev veger û klîşeyên wê sabit kirin. Welatiyê bi navê Xelîl Ebdullah ji ANHA’yê re got: “Hîsên min niha nayên parvekirin. Ez ji nû ve vegeriyam warê xwe. Niha zexta DAIŞ’ê nema, em ê azad bijîn”.
Welatiyê bi navê Xelef Ebdullxefûr El-Derwîş jî malavahiya şervanan kir û got: “Şukir ji xwedê re em ji zexta van çeteyan rizgar bûn. Em niha ji nû ve li jiyanê vegeriyan.”
Zarokê bi navê Saîd El-Said jî got, “Ez ê niha karibim dîsa vegerim, li gundê xwe bilîzim; li nav kolanan de bibezim û ji DAIŞ’ê netirsim.”
Gundê El-Huriye yê 17 km li başûrrojhilatê Eyn Îsa ye û 10’ê Mijdarê di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
REQA