Piştî ku şaredariya Romayê, Kobanê wek ‘Bajarê Bedew’ nas kir, merasimên ji bo pîrozbahiya roja rizgarbûna ji faşîzmê jî diyarî Rojava û Kobanê tên kirin. Bi taybet di pîrozbahiyên li Cenova, Bolonya û Toskanayê de ji berxwedana Kobanê re rêz hat girtin û berxwedan hat silavkirin. Herwiha li bajarê Romayê bi hezaran Îtalyayî meşiyan û wêneyê berxwedana Kobanê hilgirtin. Di dawiya meşê de berdevka parlamena Kantona Cizîrê, Hadla Omer axivî û behsa pergala xweseriya demokratîk li rojavayê Kurdistanê kir.


‘Berxwedanekê bêhempa’

Serokê koma partiya çep a Îtalya, Tomas Fatorî ji meşvanan re axivî û diyar kir ku ew kêfxweşiya xwe ya pîrozbahiyên îsal bi jinên Kobanê û gelê Yewnanistanê re parve dikin. Fatorî herwiha behsa berxwedana Kobanê kir û got: “Jin û mêrên Kobanê berxwedaneke bêhempa li hemberî DAIŞ’ê nîşan dan. Berê li Îtalya jî di dema tekoşîna partîzaniyê de berxwedanên wisa hebûn.”


 NAVENDA NÛÇEYAN