Hikûmeta Federal a Elmanyayê li ser parlamentera federal a Partiya Çep Ulla Jelpke, got, haya wê ji dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nîne.

Gerîlaya HPG’ê û şervana înternasyonalîst Sarah Handelmann a bi nasnav Sara Dorşîn, di 7’ê Nîsana 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa artêşa Tirk de şehîd bûbû. Parlementera Partiya Çep, Ulla Jelpke ji hikûmeta federal a Elman pirsî, bê ka haya wê ji mirina Handelmann heye yan na.

Jelpke pirsa êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî kir. Li ser navê hikûmetê sekretera dewletê Ante Leendertse bersiv da. Di bersiva pêr de hikumetê diyar kir ku haya wê ji mirina Handelmann heye. Hikumetê got, ‘ji ber qanûnên parastina agahiyên şexsî’ ew ê zêdetir agahiyan nedin. Hikûmetê îdîa kir ku haya wê ji êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî tine.

Lê dagirkerî bi çekên Elman dibe

Ulla Jelpke jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya hikûmetê da û got, “Hikûmet naxwaze agahiyên derbarê şehîdbûna Handelmannd e diyar bike. Ditirsin ku bi vê agahîdayînê wê têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re xera bibin.”

Jelpke diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li herêmê 4 kesên sivîl jî hatine qetilkirin û ev êriş bi çekên Elmanyayê tê kirin. Jelpke xwest ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin.

 

BERLÎN