Xelkê Zînî Wertê bila parastina xwe bike
Çardeh partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê, daxwaz kirin ku hêzên li Zînî Wertê bicihkirî, vekişin û xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin. Wan Herwiha xwest Kerkûk ji êrişên DAIŞ’ê were parastin.
Şevê din Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di nav de 14 partiyên li Kerkûkê, li ser asta peywendiyan bi riya înternetê civinek li dar xist. Endamê Desteya Peywendiyan ê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) yê herêma Kerkûkê, Eskender Selîm got; "Derbarê rewşa niha li Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Azadî, partî û aliyên siyasî online li ser asta peywendiyan, partiyên Kerkûkê civiyan. Hemû partî li ser naveroka civînê hemfikir bûn. Di civînê de hate xwestin ku di nava aliyan de aramî pêk were û dawî li şerê ragihandinê yê di navbera aliyan de were. Rê neyê dayîn xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Ji ber ku dikeve ximzeta dijmin de.
Civîn bi lihevkirina li ser çend xalan bi dawî bû. Aliyên civênê xwest, ew hêzên li Zînî Wertê bi cih bûne, vekişin û parastina herêmê bidin destê xelkê herêmê. Di xaleke din a civînê de daxwaz hate kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Iraqê hemaheng be, li ser wan êrişên ku çeteyên DAIŞ’ê dibin ser Kerkûkê û parastina wê.” KERKÛK