Xelo diyar kir ku bi qanûna partiyan re wan ji partiyên siyasî yên li Rojava re, ku berê li Sûriyeyê xwedî ti siparteyeke qanûnî nebûn, bingeheke qanûnî danîne û got, "Me di vê pêvajoyê de qanûnên girîng derxistin. Ya herî girîng jî qanûna partiyan bû. Ji ber ku di demeke nêz de em dixwazin hilbijartinan pêk bînin. Bi vê qanûnê re em dixwazin ji partiyên siyasî yên berê hatin avakirin lê belê li gorî qanûnên rejîma Sûriyeyê xwedî ti sipartekeye qanûnî nebûn, bingeheke qanûnî û rewa biafirînin. Dikarim bêjim ku qanûna partiyên siyasî ya me derxistiye, ji her alî ve demokratîk e û destûrê dide ku her kom an jî bawerî ji bo bên temsîlkirin partiyê ava bikin."
Ji bo hilbijartinên demokratîk
Xelo da zanîn ku bi qanûna wan derxistine re şansê her kesî yê hilbijartinê heye û anî ziman ku bi benda ji sedî 2 re, wan derfeteke ciddî dane kesên ku dixwazin bi awayekî serbixwe werin hilbijartin.
Xelo got, "Qanûna hilbijartinê, duyemîn xebata me ya girîngtirîn bû. Qanûna me ya hilbijartinê yek ji qanûnên herî demokratîk ên cîhanê ye. Di qanûnê de benda ji sedî 2 a hilbijartinê heye. Her wiha her kesê bixwaze dikare bi awayekî serbixwe jî bibe namzet. Bi vî rengî me mafê hilbijartinê yê her kesî bi qanûnan ewle kiriye. Me beriya niha biryar dabûn ku di nava 4 mehan de hilbijartinan pêk bînin. Lê belê ji ber şert û merc ne amade bûn, me hinekî taloq kirin. Bi qasî dizanim xebateke Desteya Hilbijartinê ya Bilind vê gavê dewam dike. Hêvîdarim ku wê di dema hatiye diyarkirin de hilbijartin were kirin û ji meclîsa damezrîner derbasî meclîsa daîmî bibin."
Qanûna xwepêşandanan
Hakem Xelo diyar kir ku li hemberî Rojava antî propagandayeke ciddî heye û di vî warî de ev nirxandin kir: "Hem dewleten herêmê hem jî hin Kurd, li hemberî Rojavayê Kurdistanê antî propagandayake ciddî dikin. Hewl didin vê herêmê 'weke qadeke ne demokratîk' nîşan bidin. Hin bûyerên tekane weke polîtîkaye giştî nîşandin. Li hemberî vê me Qanûna Xwepêşandan û Meşê derxistin. Bi vê qanûnê re me her xwepêşandan, meş û mîtîng xistin çarçoveyeke qanûnî. Ev qanûn wê di heman demê de ewlekariya yên çalakiyan lidar dixe bicih bîne."
Xelo diyar kir ku li gelek qadan hînê bandor û qanûnên rejîma berê hene û destnîşan kir ku ji bo cihê van dagirin xebatên wan ên ji bo derxistina qanûnên nû yên demokratîk dewam dikin.
AMÛDÊ