MAHMUT RUVANAS / MA / WAN


Li Wanê Fatîh Şahîn, li qeraxa Gola Wanê û çem û robarên derdorê ferşikan berhev dike û li ser wan fîgur û şiklên cuda çê dike. Şahîn odeyeke mala xwe kiriye atolye û dixebite. Şahîn, kevirên ku dineqişîne paşê diyarî heval, dost û nasên xwe dike. 

Şahîn ê hunera Mandalayê îcra dike, diyar kir ku ew demekê di girtîgehê de maye û dema ew di girtîgehê de bûye wî doxên paspasê zimpere kirine û veguherandiye tizbiyan. Şahîn got: “Piştî ku ji girtîgehê derketim, min li ser keviran şikl çêkirin û dest bi boyaxkirina wan kir. Destpêkê min nizanibû ya ku çêdikim hunera Mandalayê ye. Paşê ez hîn bûm.” 

Şahin, diyar kir ku ew bi boyaxa akrîlîkê keviran boyax dike û ev boyax ji bo hunera keviran guncav e. Şahîn, dest nîşan kir ku li herêmê kesekî din hunera Mandalayê çênake û wiha domand: ”Ji biçûkatiyê ve bala min li ser resmê ye. Êdî wêneyan li ser keviran xêz dikim û boyax dikim. Ji bo vê hunerê min li ti deverê perwerde wernegirtiye. Wê kêliyê çi ji dilê min bê, ez li ser kevir xêz dikim û ev yek min rihet dike.” 


Zivistanî xweş dixebite

Şahîn diyar kir ku heke derfetên wî hebin ew ê tiştên hîn baştir çêbike û anî ziman ku, ew tenê zivistanî bi rihetî dikare bixebite. Ew di demsalên din de li nav bax û baxçeyan dixebite û bi hatina zivistanê re, atolyeya xwe li qadeke 2 metreyî vedike û li wir dixebite. 

Şahin, anî ziman ku kevirên ku nexş dike bi pereyan nafiroşe û got: “Kesên dixwazin diyarî wan dikim. Bilîbûna bi hunerê, baweriyê li mirovan peyda dike. Ji ber ku meyla keça min jî li ser vê hunerê ye, niha ew jî dixebite. Carinan tevî min dixebite û hin tiştan boyax dike. Hûn nikarin vê hunerê hînî kesan bikin. Tenê dema meyl û xwesteka mirov hebe dikare hîn bibe. Tiştên ku ji dilê min tê resmî ser keviran dikim.”


 

Şiklê keviran girîng e

Şahîn, dest nîşan kir ku ew bi piranî fîgurên teyrê sîmir, pinpinîk, xalxalok û hwd. çêdike û got: “Hin kes ên partî û tîmê ku jê hez dikin wan ji min dixwazin. Lê belê herî zêde ji bo xalxalokê daxwaz hene.” Şahîn, bal kişand ser hûrguliyên vê huherê û got: “Pêşî bi pênûs li ser ferşik û kevirên ku ji kêleka golê û çeman berhev dikim şiklên geometrîk xêz dikim. Paşê wan bi rengên cuda boyax dikim. Kevir çi qas pahn be şikil ewqas xweşik çêdibin. Mesela dema ez xalxalokê çê dikim, pêşî ez wî kevirî bi rengekî sade boyax dikim. Piştî ku boyax zuha dibe, ez xalxalokê xêz dikim. Xebata ku herî rihet çêdikim xalxalok e...” Herî dawî Şahin diyar kir ku hin xebat hene ew çend rojan li ser wan hûr dibe.