NAV YEK: Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye. Lazim e ev çanda qedîm were parastin. Çand û baweriya me di bin xetereke mezin de ye û em di pêvajoya man û nemanê re derbas dibin.
Îro cejna Çarşeme Sor e. Civaka Êzdî her sal, yekemîn çarşema meha Nîsanê ya li gorî salnameya kevin, vê rojê pîroz dike. Li gorî baweriya Êzdiyan, di Çarşema Serê Nîsanê de gerdûn hatiya avakirin. Gelek sazî û rêxistinên Kurd bi rasthatina rojê, peyamen pîrozbahiyê weşandin.
Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) bi peyamekê cejna “Çarşema Sor”, li civaka Êzdî li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir. Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de hate gotin, “Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye. Êzdiyên dilsoz, girîng e ku ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîst e em weke civak û saziyê wê, di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xetereke mezin de ye û em di pêvajoya man û nemanê re derbas dibin. Heger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in ku tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurttir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.”
Piştevaniya berxwedêran bikin
NAV-YEK’ê di dawî de ji civaka Êzdî xwest ku li berxwedana heyî xwedî derkeve û ev bang kir;
“Em, civaka Êzdî û pêkhateyên wê di van rojên qedîm û pîroz de piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin, doza wan weke çarenûsa azadiya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Kurdên li her dera cihanê bibînin.
Bi van bîr û baweriyan, em careke din cejna Çarşema Sor li civaka Ezdayî û gelê Kurdistanê pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin: Bi giyanê berxwedêrên grêvên birçîbûnê, bi giyanê li zindanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û hemû qadên têkoşînê tevlî pîrozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin.”
Bila Çarşema Sor bibe wesîleya tifaqê
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî cejna serê salê ya Êzîdiyan Çarşema Sor li tevahiya civaka Êzdî pîroz kir û xwest ku ev cejn bibe cejna tifaqa civakê. Meclîsê bang li Êzîdiyên ji ber fermanê koç kirine jî kir û ji hemûyan xwest ku vegerin ser axa xwe û got, “Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya tifaqa civaka Êzdî. Pêwîst e gelê me li dijî hemû êriş û fermanan xwedî li çand û baweriya xwe ya hezarî salan derkeve. Divê em weke civaka Êzdî ji bo Êzîdxaneke azad dest bidin hev û Êzîdxanê bi yekîtiya xwe bixemilînin.”
PYD`ê Çarşema Sor pîroz kir
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî cejn li civaka Êzdî, tevahiya gelên herêmê û Kurdistanê pîroz kir û got; “Bi wesîleya cejnê em careke din dilsoziya xwe bi civaka êşkişandî re diyar dikin û dibêjin, em ê destûrê nedin ku ti hêz careke din êrişî nirxên me yên pîroz bike. Her wiha meclisa PYD`ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Sûriyê û cihanê kir ku bi israr û têkoşîneke xurt ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tevbigerin da ku Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk li ser bingeha danûstandina navxwe were avakirin.”