Dêra dîrokî ku ji ber taybetmendiyên xwe yên mîmarî bi îhtîşama xwe li ser piyan maye, ji ber xemsariya rayedaran wêran bûye.
Rayedar xwe kerr, lal û kor dikin li texrîbkirina Îbadetxaneyên baweriyên derveyî Îslamê. Yek ji van mekanan jî Dêra Surp Sarkîs a li Taxa Alîpaşa ya navçeya Amedê Sûrê ye. Dêr milkê Ermenên Katolîk e. Ji ber kêmasiya çavkaniya nivîskî ya derbarê dêra dîrokî de û ji ber ku kîtabeyeke wê tune ye, dîroka çêkirina dêrê nayê zanîn. Ligel vê yekê jî tê ragihandin ku li gorî taybetmeniyên mîmarî û plansaziyên wê, dêr di sedsala 16'an de hatiye çêkirin.
Ji bêxwedîtiyê dîwarên hewşiyê yên li dora wê hilweşiyane û di hin cihên dîwêr de qûlên ku mirovek dikare tê de here û were hatine vekirin. Hemû kevirên bi nirx û li ser wan neqiş hene yên di dîwarên dêrê de ji cihên wan hatine derxistin. Di cihê wan de jî bi amûrên înşeatê bi zorê hatine bi cih kirin û vê yekê jî zirarên mayînde pêk anîne. Lê ligel vê yekê jî dêr li hember wêrankirinê jî bi mîmariya xwe ya bi îhtîşam li ser piyan e.
Dêr bi kevirên bazalt ên reş ên li herêma Amedê hatiye çêkirin. Di çêkirina dêrê de kevirên birrî hatine bikaranîn û li ser kevirên bazalt xerc di hesin, ax û kirêcê de hatiye bikaranîn. Di sazkirina dîwaran, situnan, serê situnan, kemeran, pêlikan, derî û şibakeyan de kevirên bazalt hatine honandin. Di qata jor a dêrê de hêj jî mahfîla jinan û di ketinê de jî hawîna ayînê, odeya vaftîzê, pêlikên derdikevin mahfîla jinan, hewşî û dîwarên dibistana hilweşayayî xuya dikin.
Di tapuyê de ji bo dêra ku li ser navê Weqfa Cemeata Gregoryan a Ermenan qeydkirî ye, hate diyarkirin ku weqif dest bi xebatên restorekirinê kiriye û di asta projekirinê de ye û li benda fînansmanê ye, tevî ku Wezareta Çandê û rêveberiyên heremê, bi rêbaza kirina milkê gelemperiyê dikarin dêrê restore bikein Bi ser de jî rayedaran xwe kerr, lal û kor kiriye li wêrankirina dêrê bi destê definegeran.
AMED