
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku kolandina xendekan beşek ji siyasetên hêzên navneteweyî û herêmê ku li dijî şoreşa Rojava têne meşandin, hatiye plankirin e.
Aldar Xelîl di civîna ji aliyê Însyatîfa Gel a Şêniyên Taxa Hilêliyê ya Qamişlo ku di çarçoveya hemleya 2. a li dijî kolandina xendekan hate lidarxistin de axivî. Xelîl bal kişand ser rewşa dawî ya li Rojava û Sûriyeyê û siyasetên hêzên herêmî û naveneteweyî yên der barê şoreşa Rojava de bi bîr anî. Xelîl her wiha rewşa şoreşa li Sûriyeyê jî anî ziman û got ku şoreşa gel a Sûriyeyê ji xeta xwe ya destpêkê hate damezirandin derketiye û gelek dest ketin nava şoreşê.
Xelîl got ku têkçûna siyasetên hêzên herêmî û navneteweyî bû sedema êrîşên komên çete yên li dijî herêmê û wiha dom kir: “Hêzên dijber xwestin Rojava ji parçeyên din ên Kurdistanê qut bikin. Kiryarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ku xendekan li ser sînorê di navbera Rojava û Başûr de dikolin îsbata herî ber bi çav a wê yekê ye.”
Xelîl da zanîn ku kolandina xendekan û çêkirina dîwaran ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê beşek ji siyasetên hêzên navneteweyî û herêmê ku li dijî vîna gelê Rojava têne kirin.
‘Gel bersiva hemû êrîşan dide’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di berdewama civîna ku bi tevlîbûna sedan kesî hate lidarxistin destnîşan kir ku gelê Rojava li dijî hemû plan û cureyên êrîşan li ber xwe dan û wiha pêde çû: “Gelê me li dijî hemû siyasetên birçîkirin, ambargo û koçberkirinê li ber xwe da û bersiva hemû cureyên êrîşan dan. Gelê me teslîmkarî qebûl ne kir û berxwedana xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê domand.”
Xelîl, tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya ya Demokratîk ku li 3 herêmên xweser hatin avakirin bersiva herî rast ku pêkhateyên herêmê li dijî hemû cûreyên planan bû. Xelîl da zanîn ku niha gelek welatên herêmî û Ewropî bi awayekî yek ser yan bi awayekî veşartî rêveberiya Rojava silav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Projeya herêmên xweser ên Rojava dê bibin nimûneya çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyeyê.’’
Di dawiya civînê de Aldar Xelîl bersiva pirsên beşdaran da.
QAMIŞLO
Mele Bextiyar: Biryara xendekan a PDK’ê ye
Endamê Polîtburo ya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar da xuyakirin ku biryara kolandina xendekan li ser sînorê Rojava ji aliyê PDK’ê ve bi tena serê xwe hatiye wergirtin û biryareke rast nîne. Bextiyar got, “Eger PDK’ê bi hêzên din ên Başûrî re di vê mijarê de nîqaş bikira, wê çareseriyeke din peyda bibûya û ev aloziya navbera PYD û PDK’ê jî wê derneketibûya.”
Rêveberê YNK’ê Bextiyar diyar kir ku divê rêveberên PKK, PYD û PDK’ê bên cem hev, pirsgirêkê çareser bikin û got, “emê jî bibin alîkar.”
Bextiyar da zanîn ku avakirina hêzeke duyemîn a leşkerî di bin bandora PDK’ê de li Rojavayê Kurdistanê wê rê li ber şerê navxweyî veke û got, “Ji ber vê yekê eger partiyên din xwedî hêz bin, divê beşdarî PYD’ê bibin.”
HEWLÊR