
Tevlîbûna nav refên YBŞ’ê ku her diçe zêde dibe, dewreyeke din a perwerdeyê ya di bin banê Akademiyên Şehîd Berxwedan de bi dawî bû. Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê di girtina dewreyê de axivî, got: “Xeta sêyemîn xeta Rêbertî, şehîdan, azadî û xweparastinê ye. Em ê xwe biparêzin, xwe perwerde bikin, hêza xwe esas bigirin.”
Her diçe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi tevlîbûnên nû mezin dibin. Dewreyeke perwerdeyê ya li Dibistana Tîrêj Aso ya Sûîkastê û Dibistana Çekên Nîv Otomatîk a Şehîd Mazdek, bi dawî bû. Bi vê dewreyê re 54 şervan mezûn bûn.
Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê di girtina dewreya perwerdeyê de axivî, got: “Di aliyê bikaranîna çekan û xweparastinê de pisporî, di aliyê eskerî de kûrbûn û serwextbûn, ji bo niha pêdiviya me ya herî heyatî ye.”
Em ê hêza xwe esas bigirin
Feqîr diyar kir ku ev dewreya perwerdeyê bi ked û hewldanên mezin ên hevalên wan bi dawî bûye û got, "Em êdî bi ked û hewldana xwe hêza xwe ya rewa hê mezintir dikin. Ji ber vê, me gotibû ji av û xwarinê hê zêdetir pêwîstiya me bi perwerde û serwextbûnê heye. Kî careke din îradeya vî gelî tine bihesibîne û êrîş bike, hewl bide dagir bike wê berê van çekan bizivire wan."
Feqîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xeta sêyemîn xeta Rêbertî, şehîdan, azadî û xweparastinê ye. Em ê xwe biparêzin, xwe perwerde bikin, hêza xwe esas bigirin. Em ê bi xwe bawer bin, ne bi hêzeke derveyî xwe. Wê demê em ê karibin pêşiya fermanan bigirin.”
Girtina dewreya perwerdeyê bi merasîma sûndxwarinê û aktîvîteyên çandî yên bi destê şervanan, bi dawî bû. n ROJNEWS / ŞENGAL