Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Emîne Osê got, Hikûmeta Tirkiyeyê û Erdogan bi hîsteriyê ketine û wiha peyivî: “Di nav van rewşên aloz û tevlîhev de ku herêm tê re derbas dibe, dixwaze sînorê serdema Osmaniyan vegerîne. Piştî ku Tirkiyê bi riya çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê di mijara dagirkirina Rojava û Sûriyeyê de bi bin ket, niha yekser bi xwe dest werdide Rojava”.


Ser terora xwe û binketina xwe digire

Osê, da zanîn ku di demekê de ku çeteyên Erdogan ango DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şam û hêzên din li Rojava û Sûriyeyê tên şikandin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serhildanên gel hene û hikûmeta AKP’ê li bakur komkujiyan dike, Tirkiye bi riya mijûlkirina gelê Rojava û derxistina tevlîheviyê li ser sînoron, dixwaze ku zexta li ser xwe û çeteyên xwe kêm û belav bike û wiha pê de çû: “Ji bo çavê raya gîştî ji ser têkçûna çeteyên xwe û bûyerên ku li bakur diqewimin bibe, van mudaxeleyan pêk tîne.”


Pêngava QSD‘ê şikandina Tirkiyeyê ye

Osê, di dewama axaftina xwe de got, îlankirina operesyona QSD’ê ya rizgarkirina başûrê Kobanê ji boTirkiyeyê weke şokekê bû û wiha pê de çû: “Xeta sor a Erdogan hat binpêkirin. Pêngava QSD’ê têkçûna hemû hêzên ku Tirkiye li Sûriyeyê alîkariya wan dike ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Emîne Osê bal kişand ser wê yekê ku erka ku di roja îroyîn de dikeve ser milê gelê Rojava û Desteya Karên Derve bi tevahî ew e ku li beramberî van zêdegaviyan bê deng nemînin. Osê bang li welatiyên Rojava kir da ku tedbîrên pêwîst ên seknandina mudaxeleya artêşa Tirk bigrin û got: “Em ê jî ji aliyê xwe ve weke Desteya Karên Derve ji bo teşhîrkirina kiryarên Tirkiyeyê di nava raya gîştî de hewldanên xwe bikin û bixebitin”. 


 QAMIŞLO




‘Tirkiye yasayên navnetewî binpê dike’


Alîkarê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa jî li ser mijara binpêkirina sînorên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve got, destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Rojava re li gorî hevpeymana Neteweyên Yekbûyî binpêkirina yasayên navnetewî û dewletan e. Mûsa bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî lîstokên siyasî yên Tirkiyeyê bisekinin.


Dixwazin destketiyên Kurdan bin pê bikin

Mûsa diyar kir ku Tirkiye ji destpêkirina şoreşa Sûriyeyê alîkariyê dide komên ‘terorîst’ û got, ev kiryar di çarçoveya pîlana Tirkiyeyê ya dijminahiya bi gelê Kurd re ye û wiha peyivî: “Piştî civîna hêzên opozîsyonê û kordîneya Siûdî, Qeterî û Tirkiyeyê li Riyadê, hevsengî û hevbendiyên nû li herêmê hatin sazkirin. destwerdana Tirkiye ji herêmê re di çarçoveya van hevbendiyan de pêk tê. Ev hevbendî dixwazin tevahî desketiyên Rojava binpê bikin.”

Şêxmûs Mûsa ev destwerdan şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li hember Tirkiyeyê û lîstokên wê yê ku dixwazin şerê navxweyî û yê neteweyan li Sûriyeyê derxîne bisekinin. Mûsa her weha bang li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên wî yên siyasî kir da ku di vê pêvajoya hestiyar de bibin yek û komployan pûç bikin. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ