Siyasetvanên Kurd nemaze kedkarên zimanê serdestan, gunehkarên zimanê xwe ne. Siyasetvanên Kurd, di meqamên nûnertiyê de ne û erka pêşengtiyê li wan hatiye barkirin. Helwêsta wan jî dê di çarçoveya vê berpirsyariyê de bê nirxandin.
Eger siyasetvan li parlamenê, li meydana girseyî, di çalakiyên rexistînî hemûyan yên weke panêl, sempozyûm, konferans, mîtîng, meş û wekî din de vê meseleyê ji xwe re bikin xem, ev yek dê wek tesîreke metastazê li tevahiya civakê jî bike.
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Tora Ziman û Çanda Kurdî piştî ku 10 ta 12ʼê Çile civiya û li nava 12 maseyên tematîk li Amedê minaqeşeyên xwe kir, dabû zanîn ku ew ê sala 2020ʼan veguherîne sala seferberiya Zimanê Kurdî. Ev şîara hanê wê çawa di pratîkê de xwe bide der? Berpirsiyariya siyasetvanan, endamên Torê û sekreteryaya wê ya ku weke meclis xwe bi rêxistin dike, wê çi bin? Gelo sedsala 21ʼê bêyî Kurdî dikare bibe sedsala Kurdan? Me ev pirs ji endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zekî Gurur kirin. Zekî Gurur ê ku bi xebatên xwe yên ji bo nexasim ferhengsaziya Kurdî kirine tê nasîn, kedkarekî Kurdî ye, dibêje, Siyasetvanên Kurd dibêjin, “sedsala 21’emîn wê bibe sedsala Kurdan”. Lê ji bo ku ev yek pêk bê, divê beriya her tiştî berê xwe bidin Kurdî. Çimkî Kurdî di vê meseleyê de nosyoneke bingehîn e. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurdan, divê bibe sersala zimanê Kurdî jî. Ev yek di destê siyasetvanên Kurd de ye. Xetên sor û mor ên siyasetvanên Kurd hene, lê divê zimanê Kurdî bibe xeta “kesk û sor û zer” a siyasetvanên Kurd.
Cenabê te di sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî de cihê xwe digire, ev Tora hanê çawa pêk hat, pêkhateyên wê kîjan in?
Tora Ziman û Çanda Kurdî, ji ber pêdiviyeke acîl, pratîk û bi destpêşxeriya teşebiseke sivîl pêk hat. Ji meha Cotmeha 2019’an ta îro, hewldanek hate destpêkirin û ji bo avakirina torekê ku karibe gelek pêkhateyên cûrbicûr şimûl bike, bi hin kesan û derdoran re hevdîtin hatin kirin. Helbet di motîvasyona avakirina Torê de hem faktorên tarîxî, hem jî dozaja asîmîlasyona aktûel ku îro gihiştiye dereceyeke xeternak, karîger bûn. Li Bakur, nemaze ji cimaeta mayî; rewşenbîr, nivîskar, siyasetvan û hunermend li dijî polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, li dijî meşandina asîmîlasyona sîstematîk a li ser ziman û çanda Kurdî, û ziman û çandên ji delîve û avantajên desthilatiyê mehrûm, di 22-23’yê Mijdarê de Komxebata Tora Ziman û Çandan pêk anîn, deklarasyonek ji bo raya giştî ragihandin û tê de bangewaziya pêkanîna komcivîneke berfirehtir kirin. Di vê komcivîna di 11-12’ê Rêbendana (Çileyê) 2020’an li Amedê de, Tora Ziman û Çandan bi rêbazeke demokratîk, bi daxwaza beşdaran navê xwe guhert û kir Tora Ziman û Çanda Kurdî. Pêkhateyên Torê, ji warên huner, zimanî, perwerdehî, saziyên hiqûq û mafan, baro, sendika û kes û şexsiyetên serbixwe ne.
Gelo Tor bi pêkhateyên xwe dikare xîtabî tevahiya Kurdistanê bike?
Profîla zimanî ya Kurdî li Kurdistanê, pênaseyeke şêlû ye. Ji ber şert û mercên tarîxî, îro profîlên cûrbicûr ên Kurdîaxêvan derketiye meydanê. Di vir de cerîbeyên mêtingehiyê di teşegirtina vê mijarê de bi roleke sereke radibe. Hem li parçeyên din ên Kurdistanê, hem jî di her parçeyî de tabloyeke nenîzamî ya zimanî derketiye meydanê. Bo nimûne li Bakur profîlên cûrbicûr ên Kurdîzimanan hene. Kurdîzimanên li Kurdistanê û yên li derveyî Kurdistanê ku mirov dikare wek dîasporayê bi nav bike, ji hev cuda ne û ew di nav xwe de hin rastiyên tarîxî û aktûel dihewînin. Pratîkên zimanî yên jiyana cemawerî ji bo van profîlan pirr guheriye. Kurdên li Stenbolê û li Amedê, di nav atmosferên rasyonel ên cuda de ne. Bo nimûne Kurdên li bajarên Tirkan, di meydana girseyî de mecbûr in ku bi zimanekî din jî zanibin, lê ji bo bajarên Kurdan tiştekî wiha ne pêwîst e. Loma em dixwazin xwe bigihînin hemû profîlên Kurdîzimanan. Helbet divê lêkoler û pisporên vê qadê lêkolînan li ser vê yekê bikin û îzehên kêrhatî û pratîk pêşkêş bikin. Bi giştî, ji meseleya zimanî û çandî ya Kurdan re plansaziyeke bi salan pêwîst e. Divê bernameyên vegera ji asîmîlasyonê bên amadekirin û plansaziyên ji bo 10 salan, 20 salan bên kirin, nexşerê bên derxistin da ku rewşa zimanî û çandî ya Kurdan normalîze bibe. Li dor van behsan, mirov dikare bibêje ku Tor dike armanc ku xwe bigihîne hemû profîlên zimanî û çandî yên li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê. Helbet bernameyên spesîfîk jî dê li gorî vê pêdiviyê bên derxistin.
Bi çarçoveya giştî di 2 rojên komxebatê de, minaqeşeyên li 12 maseyan derketin pêş çi bûn?
Di komcivînê de 12 maseyên tematîk hatin avakirin. Di her maseyê de mijarên cûrbicûr hatin gengeşekirin û hem “tesbît” hem jî “pêşniyaz” hatin amadekirin û ev yek wek raport hatin pêşkêşkirin. Di 2 rojan de gelek mijarên ku bi ziman û çandê re elaqedar hatin axaftin lê minaqeşeyên ku derketin pêş mirov dikare wiha diyar bike:
- Di nav nifşan de transfera zimanî êdî qut dibe. Ev yek wek alarmekê ye ji bo ku em rewşa giştî û tabloya zimanî fehm bikin. Ziman û çanda Kurdî geh ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê geh ji ber xemnexuriya navxweyî di bin xetereke mezin de ye. Ev rewşa giştî nemaze ji bo zaravayê Kirmanckî di asteke xeternaktir de ye.
- Nemaze piştî desteserkirina şaredariyan û avakirina rejîma qeyûman, Kurdî zêdetir rastî polîtîkayên tundraw hat û ji meydana girseyî, ji kolan û parkan û ji tabelayan hat derxistin. Wek pratîkeke kolonyalîst, Tirkî cardin li ser Kurdan bi darê zorê tê ferzkirin û kodên 1920’an û 1990’an cardin tên vejandin.
- Hem di nav malbatan de, hem jî di nav siyasetê de rêjeya Kurdîzimaniyê kêmtir dibe. Nemaze di qada siyasî de bikaranîna Kurdî pir qels e. Siyasetvan qet qîmetê nadin Kurdî.
- Ji bo têkbirin û berterefkirina polîtîkayên asîmîlasyona zimanî û çandî, divê demildest xebatên hişmendiyê bên destpêkirin. Avakirina şiûreke zimanî û çandî wek oksîjenê ji bo Kurdan pêwîst e.
- Divê nemaze di qada siyasî de rêgezên sereke bên pejirandin. Çawa ku pergala “hevserokatiyê” wek rêgezeke sereke tê qebûlkirin, divê formulasyoneke wek “hevzimanî” bê pejirandin.
- Zêdekirina materyal û keresteyên Kurdî pêdiviyeke mezin e. Ji avakirina kanalên televizyonan bigire heta derxistina rojname û kovaran, divê derfet bên zêdekirin.
Di dawiya komxebatê de hat gotin, wê karê maseyan dewam bike, gelo plansaziyên wan hene, ji nû ve civiyan yan na? Heman pirsê ji we jî bikim, Sekreterya ji nû ve civiya gelo, û heger civiya çi encam derketin ji vê civînê?
Komcivîn piştî deklarekirina encamnameyê, kar û xebatên xwe bi heman motîvasyonê didomîne. Çalakkirin, berfirehtirkirin û zengînkirina maseyan tê minaqeşekirin û plansaziya kar û xebatên pratîk tê kirin. Hejmara sekreteryaya Torê hat berfirehkirin, di halê heyî de 27 kes di sekreteryayê de cih digirin û van karan dimeşînin. Ev 27 kesên ku sekreteryayê pêk tînin wek Meclis hatin binavkirin. Her wisa niha rêziknameya Torê û logoya Torê tê amadekirin. Piştî komcivînê sekreterya 2 caran civiya. Di civînan de hem di warê kargêrandina Torê de hem jî di plansaziya hin çalakiyan de biryar hatin. Ji bo 8’ê Adarê, 21’ê Sibatê, 15’ê Gulanê hin rojên taybet amadekariya bernameyan tê kirin. Bi giştî meyl û hewaseke pozîtîf derketiye meydanê û Tor dixwaze vê yekê hem bidomîne, hem jî sînerjiyeke zimanî û çandî berbelav bike. Dîsa nemaze destpêkirina abonetiya kovar û rojname û pirtûkên Kurdî, zêdekirina maseyên tematîk û dabeşkirina kar û xebatan, serlêdana sazî û dezgehên Kurdî ji bo avakirin û belavkirina hişmendiya zimanî wek karên pêwîst, pratîk û acîl hatin diyarkirin. Sekreteryaya Torê dê geşedanên derbarê naverok û bernameya Torê de bo raya giştî ragihîne.
Heta niha gelek caran xebatên ji bo ziman hatin destpêkirin, lê vê carê kesên beşdar ji pratîkê bûn, gelo wê emelê we hebe, em ê zû vî emelî bibînin?
Niha gelek xebatên ji bo ziman û çandê hatin destpêkirin. Lê em îro dibînin ku bi qasî destpêkirina wan xebatan, tişta pêwîst ew e ku divê ev xebat bên dewamkirin û encamên pratîk jê bên wergirtin. Em wek Tor baş dizanin ku kêşeyên zimanî û çandî yên Kurdî berfireh û piralî ne. Bingeh û paşxaneyeke wê ya tarîxî jî heye. Ji bo çareserkirina wan kêşeyan hem plansazî hem jî wext lazim e. Helbet, em îro dibînin ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda Kurdî, ji bo dewletê polîtîkayeke ontolojîk e. Reftarên li dijî Kurdan û ziman û çanda wan, di nav daîreyeke yekpare de ne û encamên wan jî bi hevdu ve girêdayî ne. Zêdebûna zext û êrişên li ser qada siyasî, bandora xwe li ser ziman û çandê jî dike. Ev gerîneka ontolojîk astengiyên li ber ziman û çandê girifttir dike. Ziman û çand nikare bibe meseleyeke jirêzê, siriştî û jiyanî. Ji bo wergirtina encamên pratîk beriya her tiştî pêdivî bi berfirehkirina Torê û hevahengiyeke li gel hemû alî, sazî, rêxistin û kesayetan heye. Em baş dizanin ku tenê Kurd dikarin ziman û çanda xwe ji vî aşê bişaftinê rizgar bikin. Lewre wek Tor em dixwazin ew enerjî û sînerjiya derketiye meydanê neyê berhewakirin. Teşebisên bi vî rengî, ku encamê negirin, wê enerjiya giştî bidoşin û telafîkirina wê jî gelek zehmet dibe. Loma me wek Tor got “em ê sala 2020’an bikin sala seferberiya ji bo Kurdî”. Di vê çarçoveyê de, em ê di rojên pêş de bernameya Torê û zanyariyên derbarê xebatan de ji bo raya giştî deklare bikin.
Ji bo ev sedsal bibe ya Kurdan divê bibe ya Kurdî jî
Siyasetvanên Kurdî, Kurdî bi kar naînin, gelo ev li ber bikaranîna berfirehtir a Kurdî astengek e?
Ev tesbîteke rast e. Di “bikaranîna berfirehtir” a Kurdî de hem faktorên navxweyî û hem jî yên derveyî hene. Serboriya zimanên bi dezavantaj ku Kurdî jî di nav de ye, li ser vê rastiyê teşe girtiye. Kurdî îro ji ber gelek faktoran ji rewacê dikeve. Geh ji ber polîtîkayên sîstematîk ên asîmîlasyonê, geh jî ji ber reftara navxweyî tabloyeke wiha derketiye meydanê. Kurdî 100 sal berê hema hema ji aliyê Kurdan hemûyan ve dihat axaftin, lê îro Kurd hemû bi Kurdî naaxivin. Dîsa Kurdî 100 sal berê bi qasî îro nedihat xwendin û nivîsîn, berhem û kereste nedihatin weşandin. Anku mirov dikare bibêje Kurdî îro bêhtir wek aksiyoneke rewşenbîrî tê dîtin. Kurdî her ku diçe zêdetir tê nivîsîn lê miqabilî wê kêmtir tê axaftin. Di vê tabloyê de helbet berpirsyariya siyasetvanên Kurdî jî heye. Di vir de bi min proseyeke cotalî heye. Mixabin li Bakur nemaze meseleya zimanî wek meseleyeke talî tê dîtin. Lê em wek encama vê nêrînê dibînin ku, vê talîdîtinê îro rengvedana xwe li ser ruhiyeta civakî û dînamîzma siyasî jî kiriye. Li Bakur di meseleya zimanî de terzeke seyr bi pêş dikeve. Meseleya zimanî kar û berpirsyariya “hin kesan-hin saziyan” tê dîtin. Wisa tê fehmkirin ku tenê “hin kes-hin sazî” divê bi meseleya zimanî re eleqedar bibin û yên mayî jî ji rewşa heyî xwe “miaf” dibînin. Ji bo bikaranîna berfirehtir a Kurdî divê meseleya zimanî wek nosyoneke giştî, bingehîn û damezirîner bê dîtin. Siyasetvan wek gelek tiştan dikarin di vê meseleyê de jî pêşengtiyê bikin, lê ji bo vê yekê divê hemû pêkhateyên civakê, hemû aliyên cûrbicûr vê astengiyê têk bibin. Eger siyasetvan li parlamenê, li meydana girseyî, di çalakiyên rexistînî hemûyan de (panêl, sempozyûm, konferans, mîtîng, meş û wekî din) vê meseleyê ji xwe re bikin xem, ev yek dê wek tesîreke metastazê li tevahiya civakê jî bike. Siyasetvanên Kurd dibêjin, “sedsala 21’emîn wê bibe sedsala Kurdan”. Lê ji bo ku ev yek pêk bê, divê beriya her tiştî berê xwe bidin Kurdî. Çimkî Kurdî di vê meseleyê de nosyoneke bingehîn e. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurdan, divê bibe sersala zimanê Kurdî jî. Ev yek di destê siyasetvanên Kurd de ye. Xetên sor û mor ên siyasetvanên Kurd hene, lê divê zimanê Kurdî bibe xeta “kesk û sor û zer” a siyasetvanên Kurd.