Dewleta Tirkiyeyê ya faşîst ku bi awayekî dîktatorî ji aliyê Erdogan ve tê birêvebirin, weke mirîşka birçî ku xwe di embara garis de dibîne ew jî ketiye dû dagirkeriyeke nû. 

Li Rojhilata Navîn bi derketina çeteyên DAÎŞ’ê re dengeyên nû derketin holê. Mirov dikare bêje di warê hilweşandina statukoya li herêmê û avabûna dengeyên nû de çeteyên DAÎŞ’ê bi roleke girîng rabûn. Di roja îro de ew armancên hêzên emperyalîst yên ku bi peymana Sykes Picot pêk hatibûn têk çûn û dengeyên nû derdikevin holê. Di vê dengeya nû ya bê avakirin de rola Sûriyeyê pirr girîng e. Di nava Sûriyeyê de jî rola Rojava girîng e. Çawa ku Rojava deriyê vedibe yê Sûriyeyê ye, Sûriye jî deriye ku li Rojhilata Navîn vedibe ye. Ji ber vê jî emelên dewleta Tirk û Erdogan li ser Rojava hene û dixwazin di vê dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de parekê bi dest bixin.

Dewleta Tirk û Erdogan axa Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistanê hîn jî weke eyaleta xwe dibînin. Ji milekî ve li bakurê Kurdistanê komkujiyê pêk tîne, li milê din jî hewl dide ku li başûrê Kurdistanê xwe bi cih bike. Jixwe Artêşa Tirk bi salan û vir de bi hezaran li ser axa Başûr in. PDK jî hembêza xwe ji wan re vekiriye û ew qebûl kirine. Hewldana Tirkiyeyê ya xwest ku li Başika bi cih bibe, ew zihniyeta xwe eşkere derxist holê. Tevî ku ev hewldan ji aliyê her kesî ve baş tên zanîn jî ez dixwazim dubare bikim. Navê vê dagirkerî ye. 

Piştî ku siyaseta dewleta Tirk û Erdogan ya dagirkeriyê ku li ser Rojavayê Kurdistanê têk çû, vê care ketiye nava hewldanên ku hîn zêdetir pê bide windakirin.

Siyaseta dewleta dagirker a Tirkiyeyê ku li ser Rojava tê zanîn. Ev siyaseta wê li hemberî berxwedana Kobanê têk çû û hilweşiya. Lê zihniyeta dagirker û emelê wan hîn jî bi hewldan û rêbazên cuda dewam dike. Tenê derdekî wan û hesabekî wan heye. Ew jî çawa bikin ku destketiyên Şoreşa Rojava ji holê rakin û tune bikin. Ji bo vê yekê bike jî xwe derdixe bazarê; her durûtî û her bê rêgeziyê dikin, her tawîzê didin û her tişta xwe pêşkêş dikin. 

Erdogan kengî har bû û bi xwe ket? Wexta Girê Spî hat rizgarkirin û dawî li cîrantiya AKP û DAÎŞ’ê hat. Ji hingê ve li dû provokasyonan e, hema bibêje rojane Rojava topebaran dike. Ji bo aloziyekê derxe û karibe bigihîje armanca xwe balafira Rûsan xist xwarê. Her wiha hovîtiya DAÎŞ’ê di ser Tirkiyeyê re li dinyayê belav kirin; komkujiya Parîsê, li Misrê xistina balafira Rûsan a rêwiyan hwd. 

Ev dagirkerî îro jî rasterast dixwaze Rojava dagir bike. Hewl didin ku li ser sînorê Girkê Legê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê, Efrîn, navbera Ezaz û Cerablûsê artêşa xwe bi cih bikin. Çawa ku hesabên wan yên beriya niha bi berxwedana Kobanê re têk çûn, yên vê carê jî ne mumkin biçin serî. Gelên li Rojava wê destûrê nedin vê yekê û nehêlin Erdoganê faşîst û dagirker bigihîje mirazê xwe. Eger hîn jî dewam bike YPG û YPJ jî wê bersivê bidin. 

Bi vê hemleya dawî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk re xeta Erdogan ya sor têk çû. Di rastiya xwe de ev xeta sor ku nahêlin Kurd derbasî wî aliyê Firatê bibin, weke gelek xetên wan ên sor vê carê jî têk çû. Tenê Erdoganê faşîst û dagirker di gotinê de ji yek û diduya xwe danekeve, lê pratîk li erdê digindire.