Xetera ji ber vîrûsa Korona li dinyayê dewam dike. Hejmara kesên bi vîrûsa Korona (Covîd-19) li 170 welatan belav bû û bi 200 hezar kesî ket. Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin jî doh gihişte 6 hezar û 400’î. Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber koronayê mirin fermî gihişt 18’an. Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) dabû xuyakirin ku ew bawer dikin ev hejmar ne rast e û hejmara bi rastî gelekî ji vê zêdetir e. Li Îranê rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava 24 saetan de 129 kesên din mirine, hejmara kesên heta niha ji ber virûsê mirine, bû 853. Li Belçîkayê jî ji ber vîrûsê keseke 88 salî mir. Heta niha hejmara kesên mirine li vî welatî bû 5. Çînê ragihand ku 6 kesên ji derveyî Çînê hatibûn, wan vîrûs li ser wan tesbîd kiriye. Ji vana 4 jê Spanî, 2 jî Îngilîz in. Wezareta Karê Derve ya Çînê ragihand ku êdî rîska mezin ne yên li Çînê yên ji derve tên e. Heta doh li Fransa 5 hezar kes bi vîrûsê ketibûn û 127 kes jî miribûn. Gel ji tevdîrên li dijî vîrûsa Covîd-1yê yên hikûmeta Ingilîstanê nerazî ye û li pêşiya London Downing Street (cihê serokwezaretiyê) xwepêşandanek li dar xist. Wan xwest hikûmet tevdîran zêdetir bike. Li Îtalyayê jî ji ber vîrûsê nêzî 2 hezar kesan mirine. Erkdarên tenduristiyê daxwaz ji kesên bi vîrûsê ketine û baş bûne kir: “Heta ku pir lezgîn nebe ji malên xwe dernekevin.” Hejmara kesên bi vîrûsê jî ketin li vî welatî 24 hezar û 747 kes in.