Referaduma ku PDK´ê dixwest, pêk hat. Niha nîqaşa “ka wê ji niha û pê ve çawa bibe” hatiye destpêkirin.
Bi kurtasî em li rapora vê pêvajoyê binêrin; PDK´ê propagandayek kir û got, “em Kurdistana serxbixwe ava dikin, ji ber vê yekê diçin referandûmê û pêwîst e herkes alîkariyê bide me.”
Piştî ku referandûm nêzik bû gotin, “em referandûmê dikin lê em ê Kurdistana serxwebixwe îlan nekin.”
Referandûm ji bo ku gel îradeya xwe beyan bike hat sazkirin. Mixabin PDK´ê xwest li ser îradeya gel bazara desthilatdariya xwe bike. Û niha mesele êdî hemû Kurdan elaqedar dike.
Ji ber ku, piştî vê referandûmê hemû dijminên Kurdan bi pêşengiya Tirkiyeyê hatin cem hev. Destketiyên Kurdan berê bi dest xistî jî kirin xeterê. Ev hewldanên wan wê dewam bikin û li hemberî vê yekê Kurd pêwîst e gavên dîrokî biavêjin û vê yekê bikin firsend.
Lê mixabin siyaseta ku PDK´ê ji destpêkê ve da meşandin niha jî dixwaze wisa bidomîne. Ji ber ku biryara referandûmê ne biryara parlamenê bû. Helwêsteke neteweyî nehat nîşandan. PDK di siyaseta hundir de xitimî û xwest li Kurdistanê îmaja xwe sererast bike. Niha mesele mezin bû, û êdî ji ber deriyê PDK´ê hat ber deriyê hemû Kurdan.
Bala xwe bidinê rayedarên Tirk her roj êrişî Kurdan, dostên xwe yên berê dikin. Kesên ku pêwîst e bersivê bidin qet dengê xwe nakin. Ji ber ku li bendê ne Enqere dîsa destê xwe dirêjî wan bike. Ev siyaseteke şaş e.
Di referandûmê de hat dîtin, dewleta Tirk çi qasî dijminê Kurdan e. Kurdên ku digotin Erdogan dostê me ye, lazim e êdî vê yekê bibînin. Ev ji bo Kurdan xêrek bû.
Em dîsa li destpêka mijarê vegerin; tişta ku beriya referandûmê nehat kirin, divê niha tavilê were destpêkirin. Tirkiye û PDK êdî nema weke berê wê hevkariya xwe bibomînin. Pêwîst e PDK ji nava vê bendewariyê derkeve û vegere nava gelê xwe!
Tirkiye, tiştên ku ji PDK´ê girt, girt, û hevcedariya Erdogan êdî bi Barzanî nemaye. Di warê aborî de tişta birin, birine. Ji aliyê siyasî ve jî li hemberî Rojava û PKK´ê êdî fonksîyana PDK´ê ji bo Tirkiye qediyaye. Û Erdogan ji bo dengên netewperestên Tirk bigire, wê dijminahiya li dijî Kurdan sor bike.
Her wiha Tirkiye wê bixwaze nakokiyên Kurdan û Ereban, Kurd û Îranê kûr bike. Ji ber vê yekê pêwîst e Kurd bi dek û dolabên Tirkiyeyê nexapin.
Dawiya dawî dijminên Kurdan bûne yek û ew ê vê helwêsta xwe dewam bikin. Vê yekê li ser siyaseta Kurdan jî gelek tişt ferz kirine.
Çin e ev tişt?
Gel ji siyaseta Kurdan dixwaze êdî tavilê were cem hev û siyaseteke neteweyî îlan bike.
Li hemberî cîhanê, dîplomasiyê divê muxatabên Kurdan werin zelalkirin.
PDK ya ku li Başûr “serxwebûnê” dixwaze, pêwîst e destekê bide federasyona Bakurê Sûrî. Ji ber ku nabe li beşeke Kurdistanê “serxwebûnê” bixwazî li beşê din li hemberî otonomiyê rabî. Ewqas durûtî nameşe!
Her wiha PDK li Bakur, ne bi AKP´ê re, divê ew destê xwe dirêjî gelê Kurd bike.
Eger PDK van tiştan bike, wê ew jî û gelê Kurd jî qezenc bikin.
Çima em dibêjin PDK? Ji ber ku partîya nayê ser xeta neteweyî PDK ye. Diyare ku PDK were wê yên din jî werin û ji bo têkoşîna Kurdan gavên dîrokî werin avêtin.
Şert û mercên ku niha derketine holê bi qasî serketinê xeter in. Rêya serketinê jî Kongra Neteweyî ye. Wekî din ti rê nîne!