Ji rêveberên Şaredariya Kobanê Sadik Eldemîr der barê xebatên paqijkirinê yên li bajêr de agahî da û ragihand ku wan bi ekîba xwe ya ji 7 kesan û traktorekê bi tenê, heta niha nêzî 320 cesed kom kirine. Eldemîr da zanîn ku herî kêm 5 qat zêdeyî cesedên wan komkirine di binê xirbeyên avahiyan de ne û got, „Ti ji hevalên me yên di ekîbê de cih digirin, di vê mijarê de xwedî tecrûbe nînin. Bi tenê cesedên li naverastê, em dikarin kom bikin.“ Eldemîr ragihand ku di binê xirbeyan de bi hezaran cesed hene lê belê derfetên wan ên derxistina van cesedan nînin û got, „Hin ji cesedan nîvî di binê xirbeyan de mane, nîvî li derve. Dema em hewl didin van derxînin, parçe dibin. Her wiha rîsk heye ku hin xirbeyên cesed di binî de ne, bi ser hevalên me ve hilweşin. Ji bo bajar ji van cesedan bê paqijkirin pêwîstî bi ekîbên pispor heye.“
Eldemîr diyar kir ku tevî bê tecrûbe ne jî ji bo nexweşiyeke gengaz li bajêr belav nebe ew dixebitin û got, „Cesedan bêhn li derdorê belav kirin û ev rewş nîşaneya derbûna nexweşiyane. Ji bo pêşîgirtina li vê me dest bi kar kir lê belê ji ber derfetên me kêm in em nikarin hemûyan kom bikin.“ Sadik Eldemîr bibîr xist ku bi hezaran kes li bajêr vegeriyane û got, „Eger cesedên li navenda bajêr neyên komkirin, wê nexweşî der bibin.“
'Divê korîdora însanî were vekirin'
Eldemîr ragihand ku bi derfetên xwe yên kêm re ew hewl didin xizmetê ji Kobaniyan re bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: „Sê aliyên bajêr hînê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dorpêçkirin. Alîkariyên ji Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê tên, bi zorê digihên. Ji bo avakirina bajarekî welatî lê karibin bijîn, pêwîstî bi vekirina korîdora însanî heye.“ Sadik Eldemîr diyar kir ku alîkariya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ji bo wan dewam dikin û got, „Eger korîdoreke însanî were vekirin, ez bawerim hemû Şaredariyên li Bakur wê bi xebatkarên xwe re ji bo Kobanê seferber bibin. Ji bo Kobanêyeke lê were jiyîn, divê hemû saziyên alîkariyê yên xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê dibînin, alîkariyê bikin.“