“Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên berê ji Musil, Balafirgeha Bexda, Reqa, Cerablus, Sirînê û ji gelek deverên din anîn êrîşî Kobanê dikin.” Enwer Mûslim da zanîn ku di van rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên bombekirî dixwazin têkevin Kobanê û wiha pêde çû: “Çawa ku li Şengalê komkujî kirin xwestin heman komkujiyê li Kobanê jî bikin. Lê berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê li hember van êrîşên hovane sekinîn û ev berxwedan hê jî berdewame. Hê jî bi hezaran sivîl li Kobaniyêne û xeteriya komkujiyê jî heye.”


´Biryara başûr erênî ye´
Enwer balkişand ser biryarên ku di van rojên dawî de ji herêma Kurdistanê ji bo Kobanê derket û wiha got: “Ev biryarane cihê kêfxweşiyê ne, çawa ku dewletên weke Amarîka têkilî bi YPG’ê re danî em di wê hêviyê dene ku pêşmerge ji wan hîn zêdetir têkiliyên xwe yên li gel YPG’ê çêbikin û peywendiyek xurt di nava wan de hebe. Dijminê hov îro li her çar parçeyên Kurdistanê metirsiyek mezine, ji bo wê ya girîng ewe em bi hevbeşî kar bikin.” Enwer da diyarkirin ku hatina çekan ya ji başûrê Kurdistanê cihê kêfxweşiyê ye, lê ev yek ne bese û wiha got: “Ji ber ku îro çeteyên DAIŞ’ê bi çekên pir giran êrîşê Kobanê dikin, ji bo wê pêwîstiya me bi hemû Kurdistaniyan heye daku bi lezgînî arîkariyên mezintir bikin. Em bi alîkariya hêzên koalîsyon û arîkariya Kurdistaniyan kêfxweşin.”

´Çekên wan laş dişewitînin´

Enwer di axaftina xwe de balkişand  ser êrîşên balafirên koalîsyonê jî û got, êrîşên balafiran yên li ser çeteyên DAIŞ’ê bandorek erênî kir û ragihand: “Ji ber ku mirov dikare bêje bi hezaran çete ji deverên cûda hatin û ji bo êrîşî Kobanê bikin. Ji bo wê pêwîste hêzên koalîsyonê êrîşên xwe hê jî zêde bike. Ji bo vê pêwîstî bi korîdorekê heye û ji bo ku ti komkujiyek pêkneyê.”

  NAVENDA NÛÇEYAN