'Xewa birîndaran tê lê ya birçiyan nayê.' Mezinên me wisa digotin. Helbet aliyê babetê yê rastî heye û ji aliyê bedenî û tenduristî ve jî birçîbûn çi bandorê li ser laşê mirov dike, di serî de xew çawa bi awayekî piralî bandorê li ser jiyana mirovî dike? Ev ji mêj ve hatîn zelalkirin.

Niha di serî de Leyla Gûven û li pey wê jî bi hezaran kes di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi hezaran kes jî xwe bi heman rengî ji bo tevlibûna wê pêvajoyê amade dikin.

Berlîn jî di nav de li gelek bajarên Elmanya û Ewrûpayê jî ev çalakî hat lidarxistin. Çalakiyên ku ji bo deh rojan hatibûn amadekirin siba wê bi dawî bibin, li dewsa wê evcar wê maratona bêdem û bêdawî ya li Strasburgê dest pê bike. Strasburg wê carekî din jî bibe navenda çalakiyên Kurdistaniyên li Ewrûpayê.

Çalakiyên birçîbûnê yên Kurdan ne tenê bi xwe birçî hiştinê ve sinordar in. Di navenda wê çalakiyê de xebatên cûrbicûr û cihêreng jî dihêne kirin. Ji wana yên sereke mirov dikare wiha rêz bike; serdana navendên olî, dêr, mizgeft û wd, hevdîtinên li gel sazî û dezgehên sîyasî, çapamenî, meş û mîtîngên li qadên navendî yên bajaran.

Li aliyê din cihê ku lê çalakî dihête pêkanîn jî wek navendên perwerde û xebata siyasî kar dikin.

Semîner, gotûbêj, govend û muzîk jî di nav de çalakiyên çandî jî dihêne kirin. Bi gotineke din nava rojê mirov zêde bi birçîbûna xwe nahese, zêde derfet ji wê êşa ku wek marekî di nav mîdeya mirovî de xwe dilivîne re namîne û kiryarên me li jor hejmartî rê li ber hizra li ser zikê birçî jî digirin. Lê şev xaleke din a meseleyê ye.

Bi şev ew hîs bi bandor e, beden xwe bêspartin berdide daxwaza aramiyê, wê demê jî dikeve nav pevçûneke dijwar û xwezahî ye dê xew jî ji holê bar bike.

Di bilêvkirina her dijwarî û zehmetiyê de vê gavê wek têgiheke pîroz navê Leyla dihête binavkirin. 'Leyla heval niha di çi halî de ye?' 'Leyla heval îro gihişt roja çendan?','Em li vir hinde kes bi hev re ne, niha ew bi tenê ye!' û wd.

Bi vî awayî pêwendiyeke ku nayê dîtin di navbera Leyla û hevriyên wê de pêktê.

Nirxandinên cûrbicûr dihêne kirin, hind çalakger pêvajoyê bi salên 80 yî didin ber hev. Lewre di wan salan de jî faşîzm bi awayê herî dijwar û hovane êrîşê ser civakê dikir, pêşengên civakê bi piranî di zindanan de bûn û gelek ji wan jî di encama êşkenceyên herî barbar de dihatin kuştin. Rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê di nav reş û tariyê de bû. Pelên daran nedilebitîn, çivîk nedifirîn, jiyan ji aliyê faşîzma Tirk ve bi giştî hatibû dagirkirin. Vaye di wê kêliyê de xort û ciwanên dilpola rabûn, di nav pencên dirinde yên dijminan de serî rakirin. Rast e, canê xwe gorî kirin, lê faşîzmê di nav baregeh û navendên wê de têkbirin.

Vê gavê rewşeke hevreng li dar e, heta ji gelek aliyan ve mirov dikare ji wê demê jî dijwartir binirxîne. Rast e, wê demê faşîzm li gorî eniya şoreşger hêzdartir bû, eniya şoreşger di nav lawaziyên navxweyî de bû û ji wê êşa pevçûna hundirîn rizgar nebibû, wê jî kir ku faşîzm bi ser bikeve û di ser eniya şoreşger re derbas bibe.

Lê niha hêzeke bêyom li holê ye, ev hêz di nav teqrîben bîst salên dawî de bi awayekî nepenî û veşarî hat xwedîkirin. Bi awayekî hosteyî hat mezinkirin û amadekirin, niha li herêmê doza emperyalîstiyê dike. Êrîşê derdora xwe dike, li hundir li derve kuştin û qetla herî dijwar pêk tîne. Li gel ku li dijî wê eniyeke berfireh û hêzdar a Kurdistanê heye û bandoreke mezin li heremê jî dike, dîsa jî bi awayekî bêperwa li wan kiryarên xwe dom dike. Rêberê Kurd tecrît dike, pêşengên jidil yên Kurd û Tirkan dîl digire, esîr dike. Li holê kesekî ku bikare serê xwe ji kuleka malê derxe û bêje ‘ez li vir im’ jî nemaye. Her der tarîstan e.

Di vê rewşê de Leyla derdikeve, ji bo Rêberê gel serî datîne ser riya mirazekê. Leyl di Erebî de maneya şevê dide, lê Leyla Gûven niha bûye remza rojê ango wek stêrka berbangê riya karwanên rêberên mirovahiyê ronî dike.

Di êvara ku behsa îhtimala êrîşa li ser Rojava dihat kirin de nûçeya êrîşa balafirên şerî yên Tirk yên li ser Maxmûr û Şingalê belav bû.

Dîsa jin û zarokên Kurd hatin kuştin...

Êdî ji bo em bê xew bimînin ne hewce ye em di greva birçîbûnê de bin.

Lewre em civakeke birîndar in, birçî û birîndar...

Heta em ji wan dagirkerên kirêt û rezîl rizgar bibin, divêt em bê xew bimînin. Helbet ew roja pîroz a aramî û aştiyê wê bibe mêvana me jî..