Ji roja ku dewleta tirk li ser xwîn, talankirina heyî û çanda gelan hatiye damezirandin ta vê roja me, ji bo têkbirina gelê kurd bi hemû nirxên wê ve bi her awayî ketine nava hewldanan.
Ji bo ku bikanin pêşî li Tevgera Azadiya Kurd bigirin, hemû azînên dij etîka mirovbûnê, hemû dek û dolabên osmanî bikaranîn, nebû. Heta tenê bi niyeta têkbirinê nêzîkê “pêvajiya çareseriyê” bû, lê dîsa bi ser neket. Modela Sirilankayê carê ceriband, nebû. Mijara Daîşê jî azîneke wan ê derê sînorê Tirkiyê bû, ew jî nebû, têkçûn.
Niha careke din Plana Rojhilatî Anînarê (Șark Islahat Plani) derxistin pêş. Di bin navê modernîzekirina vê planê de; li aliyekî hewldidin ku bi tevlihevkirina vê planê û modela Sirîlankayê serkeve; li aliyê din jî wek alternatîfekê li ser têkelhevkirina vê planê û Modela Çeçenîstanê radiwestin.
Plana Rojhilatî Anînarê
Plana Rojhilatî Anînarê (Șark Islahat Plani) ev bû: Di kujêrî, bangaşî û bala giştî de serokeşîr, şêyx, kes û derdorên bi dewletê re ne, bikaranîn, serê serhildêrên serhişk bi her awa azînên tên hişan pelixandin, li her bajarên kurd karmendên tirk anîna ser kar, bi cîhkirina mihacirên tirk ûhwd. Piştî serketinê jî eşîr, şêyx û kesên hatine bikaranîn surgunkirin.
Modela Sirîlanka: Rasterast jenosîda gelekî ye. Berê yekber kuştin sotin, yên li ber jî man wek kole firotin, di karên herî qirêj de bikaranîn. Zarok jî ji ber bala cihanê di dibîstanên lêman (yatili) de bişaftin û helandin e.
Modela Çeçenîstanê; jî serê serhildêran bi alîgir û cîgehên wan ve pelixandin, alîgirên xwe anîn ser kar û otonomiya heyî bi destê alîgirên xwe domandin dayîne.
Firsend: Li gor wan di nava vê mij û morana Rojhilata Navîn de dema firsendê hatiye.
Amadekarî: Daku bikanin van planên xwe daxin qada jiyanê, bi salan e ku di nava amadekariyan de ne. Bi komeke serbazên profesyonel simulasyoneke şer û komkujiyê amadekirin. Pişt re jî bi awayekî di çapemeniyê de dan weşandin (kürtlere savaş simulasyonu 14.5. 2014 yeniozgurpolitika, Guney Aslan).
Di heman demê de jî biryarên vê „sîmulasyonê daxistina qada jiyanê“ hatiye standin. Li ser vê Ahmed Davûtoglu bê veşartin got ku wan ev êrişên bajaran ta sala 2013 an di civîneke konseya ewlekariya netewî de amadekirine.
Berê tevahiya çapemeniyê bi awayeke aşîkar û hovane girtin bin kontrola xwe ku tu deng ranegîhînin bala giştî, tenê di forma nûçeyên aspargas û reşkirinê de ragîhînin.
Li pey van amadekariyan bi fermî gotin: „Êdî HDP û palpiştê wê ne muhatabê me ne. Emê muhatabên nû biafirînin.“ Û vê jî li gor Plana Rojhilatî Anînarê zelal kirin: Dê ev; ji hin partiyên ji gel qutkirî, sergerdeyên cerdevanan, serokeşîran û çend kurdên di nava xwe de pêkbînin.
Ji bo ji van êrişên xwe re zemîneke rewa biafirînin
a)Hilbijartinên 7 pûşperê kirin bone, b) dest bi provayên komkujiyan kirin (komkujiya Enqerê) c) Barzanî anîn, berê birin îstîxbaratê. d)Bi hatina Barzanî re ala kurd dan destên endam û alîgirên van partiyan. Bi destê wan “barîkat û hendekan” wek bone dan nîşandan û bangaşiya reşkirinê dan despêkirin. e) Barzanî bi van partiyan re civînek li darxist, f) Bi boneyên cuda hêjmarên leşkerê xwe yê li Başûr zêde û modernize kir. g) Bi rêya çapemeniya wek Rûdaw ket nava hewldanên gelê Başûr ji bo êrişeke li ser Qendîlê amadekirinê.
Bi çûyîna Barzanî re bi dehhezaran leşkerê xwe ve bajarên Kurdistanê dorpêç kirin.
Lê tiştek ji bîr kirin. Ne Kurdistan Çeçenîstan û Sirîlanka ye. Ne jî Tevgera Azadî di rewşa birêkxistinên van welatên navborî de ye. Îro li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk, bi azmûn û bi dîsîplîn e. Gelê kurd jî ne wek gelên van welatan e.