Lê bi pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re gelek derfet hatin vekirin, yek ji van derfetan jî perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Li ser vê yekê Saziya Zimanê Kurdî kêm be jî bû bersivek ji bo meraqa zimanê Kurdî û gelek dewreyên ziman vekirin û mirov perwerde kirin. Yek ji wan kesên ku meraqa xwe ya ji bo zimanê Kurdî bi gotina ‘wexna min di fêrbûna zimanê Kurdî de pêk hat’ bi nav dike, Mele Îbrahîm ê 82 saliye.

Mele Îbrahîm Ebdo Eyo yê 82 salî di derbarê meraqa xwe ya fêrbûna zimanê Kurdî de wiha dibêje: “Di destpêka ciwaniya xwe de, min dixwest ku fêrî xwendin û nivîndina zimanê Kurdî bibin û ev yek bû hesretek di dilê min de, piştî 82 sal ji temenê min derbas bû xewna min bû rastî û ez niha gelekî keyfxweş im ku ez bimrim ev hesret bi min re naçe gorê.”
Mele dibêje ji bo fêrbûnê temen ne girînge û got: “Ji bo fêrbûnê temen ne girînge û ez ê di fêrbûna zimanê Kurdî berdewam bim û meraqa min a zimanê Kurdî hîn zêdetir bûye û ezê hewl bibim ku di ziman de bigihêjim asteke bilind. Ez hêvî dikim ku her Kurdek fêrî zimanê xwe bibe. Min dibistan nexwendiye û min tenê Qurana pîroz xwendiye. Lê bi fêrbûna zimanê Kurdî re niha ez dikarim bêjim ku ez xwendevan im û bi bawernameya xwe serbilind im. Gelek kes ji min re dibêjin tu yê çi bi bawernameyê bikî.! Ez jî dibêjim dema ku mirim bawernameyê deynin ber serê min, ji ber ku min hêvî û xewna xwe bicih anî.”
Mamosteyê Mele Îbrahîm Ebdo Eyo Mistefa Îsa dibêje ku ew matmayî maye dema ku Mele ji wî re gotiye ku dixweze fêrî zimanê Kurdî bibe û wiha dom kir: ‘’Wek endamekî Saziya Zimanê Kurdî min daxwaza Mele erê kir û tevlî dersan bû, lê di dersa yekem de beşdariya wî gelekî balkêş bû. Piştî demekê min dît ku dest bi nivîsandina helbestê kiriye û îsrar kir ku ez jê re ezmûna ziman çêbikim. Piştî ezmûnan serkeftina wî ji min û hevalên min re pir balkêş bû û bawernameya zimanê Kurdî hêjayî serkeftina wî bû.”
Îsa got ku bi meraqa Mele Îbrahîm re ez bang li hemû Kurdên bi temen mezin û biçûk dikim ku fêrî zimanê xwe bibin.


DILŞAD CÛDÎ / ANHA/HESEKÊ