
Ji bo pêşxistina û xwedîderketina zimanê Kurdî êdî zarokên Kurd jî rolekî çalak dilîzin û wezîfeyên girîng hildigirin. Li Rihayê Dîlan Kurt jî yek ji van zarokan e. Dîlan Kurt, li Rihayê di radyoyekî de bernameya Kurdî pêşkêş dike. Bernameya bi navê ´Zarok û Xewnên Xwe´ ku Dîlan Kurt pêşkeşiya wê dike, berî vê bi 3 mehan destpêkiriye û bi awayekî rojane tê weşandin. Kurd destnîşan kir ku ji bo bernameya pêşkêş kirinê wê tu perwerdehî nediye û wiha axivî: “Ez bi giştî bernameyê, naveroka wê û herikandina weşanê bi xwe amade dikim. Ez bi tena serê xwe pêşkêşvaniya bernameyê jî dikim.”
Cîhana zarokan tîne ziman
Kurt her roj di saet 10.00 an de dest bi karê xwe dike û dengê xwe digihîne hemû zarokan. Kurt bi kurdî çîrokan dibêje, stranan dibêje, pirsgirêkên zarokan tîne ziman û cihana zarokan vedibêje.
Kurt destnîşan kir ku ew bi xwe ji Pirsusê ye, lê li navenda Rihayê dijî û wiha got: “Radyo guhdar kirin çandeke cuda ye. Li şûna televîzyonê, ez dixwazim ku Radyo guhdar bikim. Her ku min radyo guhdar kir xwesteka min a ji bo pêşkêşkirina radyo jî zêde bû. Bi vê daxwazê re min hêdî hêdî bername ji xwe re amade kirin. Min dest pirtûk xwendinê kir, niha dikarim gotinan baştir bi kar bînim. Bi teybetî ji bo ez cîhana zarokan vebêjim, pirsgirêkên wan bînin ser ziman û ji wan re bibim alîkar min xwest vê bernameyê çêbikim. Cîhana zarokan gelek cuda ye û ez jî zarokim. Ji ber vê ez cîhana hevalên xwe bêtir nasdikim û vedibêjim. Mînak, ez hêst û zahmetiyên zarokên ku pirsgirêkên aborî dijîn, yên di girtîgehan de pir baş fêm dikim. Hêvî dikim ku hemû zarok ji vê bernameya kêfxweş bin û li gora dilê wan be.”
DÎHA/RIHA