Qereqola Mermer a li navçeya Amedê Licê di encama êrişeke gerîlayan de bi temamî hilweşiya û herî kên 28 esker lê hatin kuştin. Ev qereqola cendermeyan, li deverê di salên 90´î de weke navenda êşkencê ya JITEM´ê navdar bû. 

Çalakiya li dijî qereqolê pêr bi şev bi kamyoneke bombebarkirî pêk hat. Li gorî agahiyên ji herêmê qereqola Mermer a li ser rêya Amed-Lice-Çewlikê bi temamî hilweşiya û bi dehan esker hatine kuştin.


HPG: Herî kêm 28 esker hatin kuştin

Piştî teqînê, bi qasî nîv saetê bi çekên giran bênavber gule li qereqolê hatin reşandin. Şewata piştî çalakiyê li qereqolê derket, di encama hewldana nîv saetê ya agirkujan de hat vemirandin. Hat ragihandin, leşkerên mirî û birîndar bi saetan di binê xirbeyê qereqolê de man.

Derbarê çlakiyê de HPG´ê jî daxuyaniyek da û got, “Ji bilî 60 eskerên li qereqolê 20 endamên tevgera taybet a JOH jî ji derve hatibûn qereqolê û çalakî hingê hatiye li darxistin.” 

Li gorî daxuyaniyê, di encama teqandina maşîna bombebarkirî de avahiya pêş a qereqolê, avahiya kontrola îdarî, xwaringeh, gazîno û nivîngeh bi temamî hilweşiyane, û  2 maşînên Ranger ên zirîhpoş, maşîneke zirîhpoş a tîpa Dag Geyigi û panzerek  bi temamî ruxiyane.

HPG dide zanîn ku di encama çalakiyê de bi awayekî zelal tespîtkirî 28 esker hatine kuştin û 32 esker jî birîndar bûne û li gorî agahiyên wan bi dest xistî piştî êrişê bi tenê 5 eskerên xwe li ser piyan karibin bigirin mane. Xelkê deverê jî radigihînin ku windahiya dewleta Tirk ji 30´î zêdetir e.

HPG dide zanîn ku tîma tolhildanê a Şehîd Şevger hatiye pêkanîn û ji bo bîranîna fermandar Çiyager Batman û hevalên wî yên ku li Sûrê heta dawî li berxwe dayî, û şehîdên Sûr û Cizirê hatiye lidarxistin. 

Di daxuyaniyê de, hat bibîrxistin ku qedexeya weşanê ji bo sergirtina bûyerê ye û hejmara Artêşa Tirk ragihandî ya eskerên kuştî jî bi temamî derew e.

Piştî çalakiyê hikûmeta Tirk qedexeya weşanê danî ser nûçeyên di biwara çalakiyê de û dora qereqolê jî bi brandayan hatiye girtin. Rêya Amed-Çewlikê jî li çûn û hatinê hat girtin.

Ev qereqol ji meha Tebaxê û vir ve ji aliyê eskerên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) ve tê bikaranîn. Li qereqolê ji ber sewqiyatên dema dawî hejmara eskeran gelekî zêdetir bû ji hejmara normal a ku qederê 60´î bû.

Qereqola Mermerê di salên 90’î de weke navenda JÎTEM û Îtirafkaran dihat bikaranîn.


Li Farqînê operasyon û şer

Li bejahiya navçeya Amed Farqînê Artêşa Tirk a dagirker operasyoneke mezin a leşkerî doh danê sibehê destpê kir. Helîkopterên artêşa Tirk guleyan li herêmê direşînin. Gundî jî ji bo bibin mertalên zindî, ber bi herêmê ve dimeşin.

Li gundewarên Hecîçerkez, Dêrikamiqûre, Mistika, Sitêniye û Xapa yên navçeya Amedê Farqînê ev operasyon bi rê ve diçe. Di operasyonê de tevî leşker û maşînên zirxî, cerdevan jî hene. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di operasyonê de şerekî dijwar qewimiye. Dema nûçeya me dihat amadekirin şer hîna jî dewam dikir û helîkopterên artêşa Tirk guleyan li qada bejahî direşînin. 

Ji bo pêşî li şer bigirin, gelek welatiyan berê xwe da herêma operasyonê, û ew ê bibin mertalên zindî. 


AMED