Dîlan Çoktaş: "Ji sala 2008'an û vir ve min Ivana nas dikir. Gelek rojên me yên xweş hebûn, bi taybetî moral û hêza ku wê di meşan de dida her kesî wê neyê jibîrkirin. Wê timî behsa şoreşa li Rojava dikir û digot, ew ê rojekê bibe parçeyek ji wê şoreşê. Ew îro ne tenê tevlî şoreşê bû, di heman demê de bû Şehîda Şoreşa Rojava."
Şoreşa jinê tesîr lê kir
Lena Spendel: "Çûyîna Rojava xeyala wê ya herî mezin bû. Eger rojekê yek rabûya jê bipirsiya 'tu dixwazî li ku bimirî', wê bigota 'Rojava'. Şoreşa jinê ya li Rojava bandoreke mezin lê kiribû. Xeyala wê ya herî mezin dîtina azadiya Rojava bû."
'Neheqî qebûl nedikir'
Julio Sermon: "Ti carî li hemberî neheqiyê bêdeng nedima. Lewma çû Rojava û tevlî têkoşînê bû. Her tim digot, ew der xaka Kurdistanê ye."
Bariş Eroglû: "Ew miroveke gelekî dilgerm bû. Kesayetiyeke zindî bû. Bi saya vê kesayetiya xwe ya germ, gelê Kurd û bûyerên li Kurdistanê ji nêz ve dîtin. Bi naskirina gelê Kurd, hîn bêhtir elaqe nîşanî têkoşîna azadiyê da. Xeyala Îvana ya herî mezin dîtina 'Kurdistana Azad' bû."
NIZAM BARAN/KOLN