Dengbêjê biçûk yê Kurd Metin Elî Silêman ku di sala 1998’ê li bajarê Ûrmiyê hatiye dinyayê niha li navçeya Diyana ya Hewlêrê dijî. Dengbêjê biçûk Metîn ev çend salin ji klamên dengbêjiya Kurdi ya klasîk hez dike û xiyala wî ya herî mezin ew bû ku di pêşerojê de bibe dengbêjek binavûdeng yê klamên klasîka Kurdî. Metîn bi kilamek klasîkî a Kurdî ‘Lo Bira’ kU ji aliyê gelek dengbêjên navdar yên Kurd ve hatiyegotin dest bikilamgotinê kiriye. Bi vî awayî dengbêjê biçûk Metîn tişta ku hertim xiyal dikir pêkanî û gihişt mirada xwe. Dengbêjê biçûk Metîn dest bi perwerdeya tembûrê kiriye. Perwerda tembûrê ji hûnermend Hemîd Mistefa digre. Hemîd Mistefa hûnermendek Kurde ku bi dehan stranên wî yên şoreşgerî hene û di gelek festival, cejn û konserên binavdeng de stranên xwe ji bo gelê Kurdê azadixwaz pêşkeşkiriye. Hûnermend Hemîd diyar kir ku ew ji pêjeroja dengbêjê biçûk Metin pir bihêviye û got; “Wê dengbêj Metîn bikilamên xwe yên xweş cihê xwe di dil û mejiyê Kurdan bi taybet yê zarokên Kurdan de veke. Ji bo vê jî dixwaze eleqe ji bo hûnera wî were nîşakirin.”
HEWLÊR