Ronahî Serhat da zanîn ku ew wek aliyê PKK ji pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd bi hêvî ne, balkişand ser civîna Selahaddînê û diyar kir ku bi saya xwîna şehîdên Kurdistanê, keda Serokatî û berxwedana tevayî gelê Kurd gihiştine vê qonaxa dîrokî û ev tişt anî ziman: “Xeyala 200 salan a gelê Kurd îro hat cih û pêwîst e aliyên beşdarvan xwedî li vê erkê xwe yê dîrokî derkevin û li ser bingehê berjewendiyên neteweya Kurd xebatê bimeşînin.”

Di 22’yê tîrmeha 2013’an de li Ofîsa Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê bi beşdarbûna 39 aliyên siyasî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê yekemîn civîna amedekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd hat li darxistin. Di civînê de biryar hat girtin ku komîsyonek amadekar a ji 21 kesan pêk tê were avakirin û kongre di nava mehekî de li hev bicive. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat ku beşdarî vê civînê bû têkildarî naveroka civîna ji DÎHA’yê re axivî.

Hêza xwe ji şehîdan digirin

Serhat diyar kir ku gelê Kurd di dîroka xwe de her tim bi komkujî, êrîş, çewisandina dijmin û dagirkerên Kurdistanê hatiye lê dijminan tu caran nikarîbû berxwedana gelê Kurd bişkîne. Serhat, anî ziman ku sînorên ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye danîn gelê Kurd tu caran ew sînor nasnekirine û wiha domand: “Ligel vê berxwedanê tu caran nikarîbû yekîtiya xwe jî ava bike. Lewma ez dibêjim ev ji bo me mîna xewn û xeyalekê bû û îro di serî de bi saya xwîna şehîdan, Serok Apo, birêz Celal Talabanî, Mesud Barzanî, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, em gihiştin vê qonaxa dîrokî. Pêwîst e em vê firsendê ji destê xwe bernedîn.”

Xeyala du sed salan
Serhat, da zanîn ku kombûna rêxistinên Kurdan gelekî watedar e û wiha pêde çû: “Ev xebat pir pîroz, watedar û gavekê dîrokî ye. Ji ber mirov dikare bêje xeyal û daxwaza Kurdan ya 200 salan pêk hat. Ev roj ji xwe de çênebû têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ked û xwîna şehîdên her çar parçên Kurdistanê gelê Kurd anî vê qonaxê. Ez di serî de yê ku ji vî gelî re serkêşî dike birêz Serok Apo silav dikim. Bêguman her xebat di demê xwe de erkê xwe yê dîrokî pêk bîne encam dide. Ev daxwaz û peywira partiyên siyasî, rêxistinên civakî û hemû beşên civakê yê Kurdan bû û em li ser vê bingehê li vir civiyan. Di vê civînê de em hewl didin ev erka xwe pêk bînîn. Ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd wekî PKK’ê me gelek xebat meşandin.”

Riya jiyana demokratîk

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku jiyaneke di nava aştiyek mayînde daxwaza tevahî gelên herêmê û bi taybetî jî daxwaza gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Bêguman qonaxa ku em têde derbas dibin gelek girîng e. Berî her tiştî Serok Apo di peyama xwe ya 21'ê Adarê a Newroza Amedê de qonaxa çareseriyê û aştiyê pêş xist. Ev qonaxa ku ji aliyê Seroka Apo ve hat pêşxistin ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo tevahî cîhanê pir deng veda. Êdî daxwaza tevayhî gelan demokrasi, aştî û azadî ye. Kombûnek wiha wê yekîtiya gelên Rojhilata Navîn xurt bike. Em hêvîdarin ev kombûna me, bi xwe re aştî û aramiyê bînê. Ji bo vê yekê em hêvîdarin yekîtiya gelê Kurd bê nîqaş kirin, biryarên stratejîk werin standin û bandora xwe ya dîrokî bike. Tevahî gelan heta niha bi hev re di nav aştiyê de jiyane. Siyaseta dijbertî ava dike, ne li gorî rastî û çanda gelan e. Em dixwazin di vê kongreyê de vê pênaseyê bikin û carek din çanda gelan a demokrasî ya bi hev re bi awayek azad û wekhev bi hev re bijîn. Divê gelê Kurd vî rolî bilîze.”

Ji kongreyê hêvîdar in

Serhat, bi lêv kir ku ew di wê baweriyê de ne ku ev kongre erkê xwe pêk bîne û wiha axivî: “Weke tê zanîn ji aliyê Serokatî ve banga konferansê çêbû. Beşek mezin ê banga Serokatî pêk hat. Li Amed, Enqere û Brukselê konferans pêk hatin û em bawerin ku ev Kongreya Neteweyî ya li Hewlêrê jî wê lingê van konferansan temam bike. Her parçe di nava xwe de pirsgirêkên xwe yên hundir, çareseriya wan pirsgirêkan wê bi çi awayî pêk were, li gorî dewleta di nav de statuya wan parçeyan wê çawa be, li gorî wê jiyana xwe ya demakratîk û azad xebatê wê divê çawa werin meşandin nîqaş kirin. Ev kongre wekî encama hersê konferansên ku li Amed, Enqere û Brukselê pêk hatine ye. Encamê wan konferansan di asta neteweyî de pênase bike û der barê herçar beşên Kurdistanê de biryaran wergirin. Bi vî awayî wateya wê û giranbûna wê cuda dibe. Helbet giranbûna vê kongreyê cuda ye û pêwîst e biryarên dîrokî wergire."
Serhat got ku civîn hêvî û coşek mezin derxist holê û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Coş û kelecana civînê di nava hemû beşdarvanan de dihat dîtin.  Têgihiştin û daxwaza li darxistina 1'emîn Kongreya Neteweyî ya Kurd di tevahî partî û aliyan de heye. Ev pir baş bû. Ji bo vê yekê nîqaş zêde ne hatin dirêj kirin û zelalbûn zû çêbû. Hem ji derveyî fermiyetê hem jî di fermiyetê de ji ber ku tu guman nehate jiyîn kombûna aliyan zû gihişt armanca xwe. Ev jî peyama bingehê kongreyê xurt dide me û divê em jî di demek zû de vê bi cih bînîn.”

Jin jî dixwazin tevlî bibin

Li ser hêvî û daxwaziyên jinan a ji kongreyê jî Serhat nêrînên xwe wiha anî ziman: “Tevahî rêxistinên jinan li ser navê Koma Jinên Bilind (KJB) beşdarî civînê bûn. Em jî dixwazin encamê her du konferansên neteweyî ya jinan çêbûye, li ser yek pêşnûmebiryar û yek nêrîn em jin dixwazin beşdariya xwe ji kongreya neteweyî re bidin çêkirin. Her yek bi serê xwe ne. Em dixwazin wek jinên Kurd li ser heman berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd û Kurdistanê beşdarî kongreyê bibin. Ji hemû aliyên îslamî, elewî, êzidî beşdariya xwe çêbikin. Ev jî hêvî û coşek mezin bi me re dide çêkirin. Em jî vê coş û kelecanê ji dil dijîn û li ser vê bingehê em ê şayanê gelê xwe û keda şehîdan bin."
Serhat Ez dikarim ji niha de mizginiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bidim tevahî gelê Kurd û di heman demê de bidim gelê Rojhilata Navîn. Dikarim bêjim tu caran xewn û xeyalên gelê Kurd di dîrokê de veşartî namîne wê zindî bibe û di heman demê de em gelên ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de dijîn vê yekê ji xwe re weke gaveke dîrokî bibînîn. Daxwaz û hêvî dikim ku ev gava dîrokî ye û ev gav dê bandorek baş û serkeftî di aliyê aştî û demokratîk ya gelan de bike."

‘Jin xwedî li keda Rêber Apo derdikevin’

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat  bal kişand ser xebat û tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinên Kurd û bi bîr xist ku wek tevgera jinên Kurd KJB’ê ji bo li keda ku heta niha hatiye dayîn derkevin dê têbikoşin û wiha axivî: “Ez dikarim bêjim ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê gelek xebitî û tekoşînek bêhempa da heta niha jî vê tekoşîna xwe didomîne. Bi taybetî di pêvajoya 14 salan ya di Zindana Îmraliyê de çiqas ji bo pêşeroj û azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kiribe jî, ewqas ji bo azadiya jinê jî xebatên xwe bê rawestan dane meşandin. Tevahî jinên Kurd jî li vê kedê xwedî derdikevin û di ferqa vê berpirsyartiya ku Rêber Apo daye jinên Kurd de ne. Em jî wekî KJB’ê ji bo hemû mijarên kongreyê tijî û serkeftî derbas bibe bixebitin. Keda bihezaran şehîdên jin di pêşketina têkoşîna gelê Kurd de heye ku gihiştiye asta ku hemû aliyên Kurd dikarin bi hev re rûnin û pirsgirêk û berjewendiyên xwe yên neteweyî nîqaş bikin. Divê di kombûna kongreyê de wek kota ciwanan û jinan divê cih bigre. Pêwîste vê yekê komîteya amadekar û beşdarvanên kongrê nîqaş bikin. Herçendî ku beşdarbûna jinê ji vê civînê re hebû jî lê ne di asta ku me dixwest de bû. Jibo wê divê hem di komîteya amadekar hem jî di delegasyonên kongreyê de ev yeke li berçav were girtin û li gorî pêwîstiyê were temam kirin. Jibo tevayî partî û aliyan ev şiyariye hate kirin. Em dixwazîn di vê kongreyê de nûnertiya hemû aliyan hebe tu kes ji der ve nemîne û hemû aliyan hembêz bike."


 HEWLÊR