Xeyalên Tirkan li Lîbyayê teqiyan
Dewleta Tirk a dagirker li pey xewn û xeyalên xwe yên Osmaniya nû, li Lîbyayê krîzê girantir dike.
Piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar a li Lîbyayê, pêr bi şev "balafirên nenas" bombe li Baregaha Leşkerî ya El Vattiye barandin.
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya General Xelîfe Hefter diyar kir ku wan li baregehê dane û 4 efserên Tirk ên li baregehê kuştine.
Lê belê hin çavkaniyên cuda dibêjin ku hejmara leşkerên Tirk ên hatine kuştin 3 leşker in. Her wiha tê gotin ku Sîstema Parastina Hewayî ya ku artêşa Tirk li baregehê bi cih kiribû hatiye îmhakirin.
Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Vattiye bi 125 kîlometreyan li başûrrojavayê paytext Trablûsê ye. Di 18'ê Gulanê de bi piştgiriya hewayî ya artêşa Tirk ji aliyê çeteyên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî (HMN) ve hatibû dagirkirin.
Bargeha Hewayî ya Leşkerî ya El Vattiye baregeheke berê ya DYE'yê ye.
Ji berpirsyarên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xalid El Mehcûb jî ji televîzyona Sky News Arabîa re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî serdan û gotinên Akar da û got, "Mafê wezîrê Tirk e ku bi her awayî xewn û xeyalan bibîne. Lê belê mafê Lîbyayiyan jî heye ku van xewn û xeyalan têk bibin." NAVENDA NÛÇEYAN