Sultan Ozturk a piştî erdheja li bajêr di konteynerê de dijî, xeyal û hêviyên xwe bi wêneyan dide der. 

Sultan Ozturk (22) piştî erdehaj li Wanê ya di 23'yê Cotmeha 2011'an de pêk hat heta niha tevî malbata xwe di konteynerekê de dijî. Ji ber mala wan di erdhejê de rûxiya, ev 6 sal e li Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê tevî dayika xwe ya pençeşêra çermî lê peyda bûye û 4 xwişkên xwe di konteynerê de dijî. Ozturk, dema wêneyên xwe boyax dike Ahmet Kaya guhdar dike. 

Dev ji xêzkirinê berneda 

Ozturk a 2 sal berê bavê wê jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe wek "beriya erdehejê û piştî erdehejê" dike du beş. Ozturk got, ew di gelek pêşbirkên wêneyan de bûye yekemîn û anî ziman ku, ew di wêneyên xwe de cih dide fîgurên jin û mêran. 

Ozturk anî ziman ku, ji ber rewşa wan a aborî nebaş e wê nikaribûye xwendina xwe bidomîne û destnîşan kir ku, tekane xeyala wê ew bû ku biçe Lîseya Hunerên Bedew, lê ev neçûyîna wê jî li hemberî xêzkirina wêneyan nebûye asteng. 

Her wiha Ozturk anî ziman ku, ew li ber dengê Ahmet Kaya xebata qelemrêjiyê dike û got, pêşaniya wê wêneçêkrine û ew di wêneyên xwe de her hewl dide hez, sebir, huzn û piştevaniyê bide der.