Ugur Kaymaz li vir e
Di atolyeyên zarokan de daxwazên herî zêde derketin pêş li ser aqûbeta zarokên hatin kuştin bû. Di meclisa zarokan de navê zarokan ku hatine kuştin hatin xwendin û dest bi civînê kirin. Serokê Meclisa Zarokan dema got "Berkin Elvan" zarokan wêneyê Elvan rakirin hewa û gotin "Li vir e" Disa navê Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Enes Ata û zarokên din ên hatine qetilkirin, navê wan hat xwendin. Dîsa hemû zarokan wêneyên kuştiyan rakir û gotin em li vir in."
Zarokan di atolyeyan de li ser pankartan daxwazên xwe anîn ziman. Zarokan pankartên ku li ser wan bi nivîsên "Amedek bê şer", "Em qada hişîn rizgar bikin", "Amedek dije hezkirin", "Amedek têr û dije Aştî" nivîsandin. Namzet Firat Anli, jî silogana "Bila Zarok negrin, her tim bikenin" zêde kir. Li Dara Xwestekan daxwazên "Biji Berxwedana Hewselê", "Aştiyê dixwazim", "Bila zarok neyên kuştin." "Bila zarok nebin bûk" nivîsandin hatin daleqandin.
Daxwazên xwe gotin
Zaroka bi navê Zilan Koç wiha got: "Ez di pola 6'an a Komeleya Sarmaşikê de me. Ez ji vê komeleyê piştgiriya maddî û manevî distînim. Em dixwazin şert û mercên zarokan bên başkirin. Komeleya Sarmaşikê di her alî de dibe alîkar. Dema ez li kolanên Amedê dimeşim, em rastî zarok û miroavên ji Rojava tên. Em dixwazin alîkarî ji bo wan jî bê kirin." Şîlan Eker jî wiha got: "Ez di pola 5'an de dixwînim. Ez li vir pir kêfxweş im. Ez dema mezin bûm dixwazim bibim bijîşk. Em dixwazin halê her kesî baş be û bi dilê xwe bijîn. Yegzan Dortyama jî wiha got:"Min îro di meclisa zarokan de cih girt. Em berî her tiştî dixwazin ku êdî zarok bes bi bombeyên gazê û guleyan bên kuştin. Ev şahî ji bo min gelek baş bû."
DÎHA/AMED