Şêwekar Zehra Dogan dema sala par li Zindana Tarsûsê girtîbû, di salvegera komkujiya Roboskê de wêneyên ku komkujiya Roboskî îfade dikin, xêz kiribûn. Zehra Doganê piştî hat berdan, wêneyên ku par nikaribû parve bike, îsal parve kir. Zehrayê anî ziman ku wê xwestiye rastiya Komkujiyê bi huner bîne ziman û êşa wan bi cîhanê re parve bike. Wê li zindana Tarsûsê li ser fîstanê dayika xwe bi çay, qahwe û xweliyê wêne xêz kiribû. Zehrayê yek ji wêneyên xwe diyarî şêwekarê navdar Banksy kir; Banksy li ser dîwaran wêneyan xêz dike.
NAVENDA NÛÇEYAN