Vaye çend sale lingekî min li Amedê, yeka din li cihekî din e. Lê, min bi xwe, di jiyana xwe de, hatina xwe ya Amedê tu carî evqasî cûda û bêhempa biwate nekirîbû. Ve carê çawa ku lingê min neket li axa Amedê, ew xulek di hundirê meşê de bûm. Wekî ku lingên min nikarî bûn li cihekî din ve biçin, hema di quncikê kolana yekemîn de xwe bi xwe tev li meşê bûm û min xwe di nav çalakiyê de dît. Lê ne bi plan, ne bi xwestek û ne bêdil, ji van hêstan hemûyan cûdatir, wek bi awayekî xwezayî ketim nava çalakiyê. Çend gav diavêjim nasek ber min derbas dibe, çend gav şunde rastî naseke din dibim.
Lingên min ji xwe derbas bûn û em, ango ez û lingên min, wisa bêhemdê xwe meşiyan... Dibeku hin kes van gotinên min wek gotineke mubalaxa bibîne jî, na… pêr li Amedê her tişt cûdatir bû; her tişt ewqasî xwezayî li hev hatîbû ku, ne tenê ez, tu kes ji kesekî re rê nedipirsiya, kes pêdivî nedidît ku bipirse “cêka cihê çalakiyê li ku ye?” Hema te digot qey her kes endamê malbatekî ye û ew malbat belavî hemû malên Amedê bûye û duvre, ji ber ku saeta çalakiyê hatiye, kom bûye û xwe berdaye li kolanên Amed. Her kes dimeşe... Kolan digihêje kolan, kûçe digihêje kûçe, însan digihêje însan û wisa her kes dimeşe. Her kes wekî ku karekî rojane bike dimeşe... Her kes her kesî nasdike, her kes nasî her kesî ye. Tu li ruçikan dinêrî; hêstên hevpar, êşên hevpar, coşên hevpar, birîn û fikarên hevpar bi hevre ne... Ji ber ku 50 roj qediyaye û zarokên vî malbatê, hê di nav çalakî ya greva birçîtiyê da ne... Bi vê hêstê her kes bi hevre ne û Amed bi temam dimeşiya. Gorî gotinên hin kesan kê li malê û kê xwe veşartiye nizanim, lê ya ku min dît, peyveke cûda kêr nayê, Amed wekî “Amed” dimeşiya.
Pêr jiyan sekinî bû, wek ji çalakvanan re rêzgirtinek her der girtî bû, kes pey karê xwe nebû, berjewandî têk çû bû û Amed wisa meşiya. Dayik û kurik, keçik û kawik, metê û xaltî, xwarzî û birazî, apo û xalo, nas û nenas, xerîbî û biyanî, hemû bi hev re, cem hev û gel hev, kûçê û kolan, Amed wisa meşiya. Rêyek hate girtin bi rêyeke din ve, kolanek têra xwe çû ji kolaneke din ve, ber xaniyan û ber polêsan, ber çekan û ber tanqan, ber gazan û ber guleyan, ber mirin û kuştinan, Amed meşiya. Ji bo zarokên xwe dayik, ji bo dayik û bavên xwe zarok meşiyan, ji bo rêhevalên xwe siyasetmedar, ji bo pîvan û nirxên tevgerê mîlîtanan, bi hêstên neteweyî, bi hêstên mirovahî, her kes bi sedemeke hevpar meşiyan, ango li Amedê wijdan û mirovahî, milê hev dan hev û wisa meşiyan.
Meşa Amedê ya pêr, xêzek kişand li rêça dîroka dagirkeriyê. Îro pêva êdî xêza dîrokê ne wekî dîroka berê ye. Kesên ku siyasetê fêhm dikin û bi namûs hûrdinêrin, hemû van kesan teqez zanin ku, di roja 50’mîn a gireva birçîti ya girtiyên Kurdan de, tekiliya Kurd ji pergala dewleta Tirk ji kokê hate birîn. Kesên ku siyasetên dîrokî û rojane mijûlin û pêr li Amed’ê rewşa komeleyetî û birêxistin bûn a Kurdistan dîtin, heke ber dîrokê derewîn nebin, teqez wê bêjin ku gelê Kurd, ji pergala Tirk hêviya xwe qut kirî ye. Kesên ku alîgirê desthilatdariyê nekin, hemû zanin ku êdî Kurd bi meşa xwe ya 30’ê Cotmehê, ji serdestiya sîstema Tirk re şeqamekî giran lê daye.
Birastî jî Kurd, 30’ê Cohmeh ya 2012, ne tenê li Amed’ê, li hemû bajar û bajarokên Kudistan gaveke dîrokî avêt. Ew gav gaveke ewqasî mezin bû ku, êdî îro pêva sîstema Tirk, tevgerê Kurda ji holê rake jî nikare Kurd têk bibe, nikare wek berê encamên bêrumet bigire. Ew gavê ku Kurd avêtin, gaveke wisa biwate ye ku, êdî bêhna rayedarî ya Tirk jê re teng e, û ew gav êdî poza wî ya bilind şikandiye.
Xêynî van tiştan jî, ên ku min pêr li Amedê dît, ne tenê buyereke siyasî, nîşaneyeke wijdanî û exlaqî bû. Ên ku min li Amedê dît û xwend; dijî mirinê, dijî piçûkxistin, dijî kuştin û lêdanê, li himberê nedîtin û tunekirinê manîfestoyek bû. Û min bi çavên xwe dît, bi vî rengî li Amedê pergala desthilatdariyê têk çû bû...
Xêza Amedê