Ev kevala kevirî ya hanê ku li ser bi rolyefî xezaleke ji wanên antîlop hatiye verotin, muhtemelen ji serdema Elamî ya Nû ye û li Şûsê (Susa) li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dîtin. Li ser kevirê kilsê yê nerm hatiye verotin. Xwedê dizane, Elamiyên hingê jî weke Kurdan pirr hez ji xezalan dikir, ji ber ku ev fîgurê xezalê gelekî ji vê serdemê û li van deveran tê dîtin.

Bi qasî ji vê kevala hanê diyar e, ev rolyef yan jî peyker hîna xilas nebûye û gelekî muhtemel e ku ji bo hunermendekî modelek bûye.

Kevala hanê di peywendeke arkeolojîk a pirr nediyar de li Şûşê tevî gelek bermahiyên din sala 1932´yan hatiye dîtin. Roland de Mecquenem li beşa başûr a vî bajarê meliktiyê ev berhemên hanê dîtibûn. Diyar bû ku hinek ji wan di avahiyn paşê çêkirî de jî hatibûn bikarnanîn. Ji ber wê yekê li gorî texmînan, ev kevir û bermahiyên din wiha tê hizirkirin ku ji beriya serdema Persan be. Bi her halî, ev berhema hunerî ji bo xemilandina qesr û xanên qraltiyê bûne.

Hunereke hostane

Li ser kevalê, ev heywan nêr e û dimeşe. Ji ber ku ji profîlê hatiye neqişandin, yek stirihê wî xuya ye. Ew ber bi aliyê rastê ve hêdî û aram dimeşe, ji ber ku hîna şopa derbên mûc û amûrên din xuya ye ku piştrast dike ku berhem hîna bi dawî nebûye. Nehatiye şahîkkirin jî. Ji ber vê yekê gelekî muhtemel e ku ji bo peykertraşekî weke modelekê bi kêr hatibe. Axir, çi dibe bila bibe, divê mirov bibe heyranê esehiya hûrgiliyan, bigewdekirina nazikane ya teşe û realîzma fîgura li ser kevir hatî verotin.

Lê ev keval îro ne li Rojhilatê Kurdistanbê ye, li muzeya Louvre ya li Parîsê tê nîşandan.

 

PARÎS