Xezal xezal uy hayê....

Çendî xelkîno kulê dilê min pirr in Xezalê uy hayê...

Xelkîno ma hûn nizanin derdê min û Xezalê li vê dinyayê bê lome bin

Rûkê Xezala malxirab sor bûye ji kitûmatên ramûsanan...

Ev xezal ne ew Xezal jî be, xezaleke ji heman çiya û zozanan e. Ew teşbîha ku bi dengê Mihemed Arifê Cizrawî (Cizîrî) êş û kedera bengîniyê ji kul û derdên evîniyê re bi nihurandin xwe dida der, ne belesebeb e. Ev rolyefa xezala hanê ya ku bi xetên tevgera xezala dimeşe li ser kevir cemidiye, nîşan dide ka xezalê tesîreke bedewiya ya çawa li mirovan kiriye. Ew xezalên ku li çiyayên Zagrosan, li Sûsa (îro Şûş yan jî Şûşa) yanî paytexta Elamiyan ku ne zêde dûrî Kirmaşanê ye. Ev rolyef ji beriya sedsala 7´an beriya mîladê maye. Arkeolog Roland de Mecquenem sala 1932´yan ev rolyef jî tevî gelekên din li başûrê bajarê antîk dîtin. Ev tableta rolyef li ser jî îroroj ne li welatê xwe Kurdistanê, lê li patexta Fransayê Parîsê li muzeya Louvrê tê nîşandan.

 

PARÎS