
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê doh û pêr bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 6 gund ji çeteyan paqij kirin.
Şervan ji gundên Kadiriye û Kerdûşa yên Tişrînê bi du baskan bi rê ketin, di nava 24 saetan de li rojhilatê Reqayê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanan di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de 6 gund ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Gundên hatine rizgarkirin Merwaniyê, Cibil Kiraca, Hemrê Biçûk, Hemrê Mezin, Qervedanê û Deraniyê ne.
Li aliyê din piştî daxuyaniya wezareta karê derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da zanîn ku ew ê alîkariya sîleh û cebilxaneyê bidin hêzên li Sûriyeyê şerê DAIŞ´ê dikin, doh jî hat ragihandin ku 200 eskerên din ên Emerîkî ji bo şewirmendiya di dema qonaxa duyemîn a Reqayê de bikin, ber bi Rojava ve hatine şandin.
Meclîsa Babê bang kir
Li aliyê din ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herîma Şehba û nexasim jî bajarê Babê, Meclîsa herêma Babê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û daxwaz li civaka navnetewî kir ku dest werde li van kiryarên Tirkiyeyê û êrîşan rawestîne.
Hevseroka Meclîsa Babê, Fîdan Osman daxuyanî xwend,û got: “Em wekî Meclîsa Rêveberiya herêma Babê qebûl nakin ku ne Tirkiye û ne jî ti hêzeke din di axa me de bîmîne. Em dikarin herêma xwe ji terorê û dagirkeriyê biparêzin.”
Fîdan di dewama daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yê li hember hovîtiya Tirkiyê şermezar kir û wiha dewam kir: “Tirkiyê demografiya herêmê diguhere, şêniyan ji herêmên wan koçber dikin û li şûna wê Turkmenan bi cih dike. Ev yek li pêşberî civaka navdewletî pêk tê, lê ti alî dengê xwe nake.”
Fîdan Osman bi navê Meclîsa Rêveberiya a Herêma Babê bang li civaka navdewletî kir ku rê li ber terora Erdogan a faşîst bigire da ku şêniyên herêmê vegerin cih û warên xwe.”
KOBANÊ / EFRÎN